1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Girtina rojnamevanan li Stenbolê hate şermezarkirin

Girtina rojnamevanan li Stenbolê hate şermezarkirin

featured
Wêne: MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Stenbolê biboneya şermezarkirina girtina 16 rojnamevanên li Amedê hatibûn girtin çalakiyek hate lidarxistin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên jin a Mezopotamyayê (MKGP) û bi piştgiriya DÎSK Basin-Îş û Komeleya Lêkolînên Hiqûq û Medyayê (MLSA) û komek rojnameger, li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglûyê hatin cem hev û nerazîbûna xwe dan nîşandan.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Hevserokê rêxistina HDP’yê Stenbbolê Ferhat Encu, nûnerên partiyên siyasî jî piştgirî dan çalakiyê.

‘Bi îdiayên bê bingeh hatine girtin’

Rojnamevan Dûrker Surenê li ser navê komê bi Kurdî daxuyaniyek da û got, “Em ê nekevin nava wê hewldanê ku bibêjin hevalên me rojnameger in. Ji ber ku rojnameger bûn lewma hatin girtin. Pir aşkera ye ku li ser îdiayên bêbingeh û bi pevbestîneke mîna mîzansenê, operasyonek hatiye kirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Surenê destnîşan kir ku desthilatdar êdî winda dike û wiha pêde çû: “her ku wihda dike jî amadekariyên xwe yên êrîşan ên li dijî mixalif û derdorên din zêdetir dike. Desthilatdarî, hewl dide bi rêya hilbijartin û şer desthilatdariya xwe mayînde bike. Di pêvajoyeke wiha de armanc dike ku hemû kesên li hemberî wan serî natewînin, yên ku li gel bedelên giran jî li pey rastiyê digerin, di serî de çapemeniya azad ên ku karê xwe li gorî rûmeta pîşeya xwe dikin û xwedî li mafê agahîgirtinê yê civakê derdikevin ku nikarin têxin bin kontrola xwe, bêzar bikin.”

Herwiha Suren balê dikişîne ser girtina rojnamevanan û wiha dirêjî dide gotinên xwe:

 “Ji ber van sedeman e ku di 8ê hezîranê de 20 kedkarên çapemeniya azad ên kurd hatin binçavkirin. Ev roj, weke şerm û qirêjiyeke mezin di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Saziyên ku tê de dixebitiyan hatin dorpêçkirin, dest danîn ser alav û amûrên wan. 8 rojan di bin çavan de man û piştre jî 16 hevalên me bi awayekî neheq û derhiqûqî hatin girtin. Ev jî besî wan nebû ku çapemeniya AKP-MHPyê hevalên me hedef girt! Em ê nekevin nava wê hewldanê ku bibêjin hevalên me rojnameger in. Ji ber ku rojnameger bûn lewma hatin girtin.

Piştî Surenê, endama Desteya Rêveberiyê ya Basin-Îşê rojnameger Canan Yildiz û Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîrogolu jî axaftinek kirin û nerazîbûnên xwe yên ji ber girtina rojnamevanan anîn ziman.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Girtina rojnamevanan li Stenbolê hate şermezarkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *