Girtiyê siyasî Demîr piştî 30 salan hat berdan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Girtiyê Siyasî Nail Demîr ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire piştî 30 salan hat berdan.

Naîl Demîr ê 59 salî ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, piştî 30 salan ji girtîgehê hat tehliyekirin.

Demîr ji Girtîgeha Afyonkarahîsar a Jimara 1’an a Tîpa T’yê hat berdan. Diviyabû ku Demîr di 12’ê tebaxê de bê berdan lê bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriya girtîgehê berdana wî 6 meh hat taloqkirin. Demîr li gel ku nexweşiya prostat û penceşêra kolon pê re heye jî berdana wî hat taloqkirin. Demîr her çiqas serî li dadgeriya înfazê da jî lê serlêdan hat redkirin. Lê piştî ku serlêdana Demîr li dadgeha cezayê giran hat qebûlkirin, biryara berdana wî hat dayîn.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan taloqkirina berdana Demîr biribû rojeva Meclisê û rewşa girtî ji Wezîrê Dadê pirs kiribû.  

Bozan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal dîmenê berdana Demîr parve kir. Demîr ê ku hatiye berdan kêfxweşiya xwe wiha aniye ziman: “Ez gelek kêfxweş im. Bi rastî jî bawer nakim ku derketime. Berxwedan jiyan e. Bijî berxwedan bimire faşîzm.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Girtiyê siyasî Demîr piştî 30 salan hat berdan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *