Hakkarî Gucu bo sezona nû amedakariyên xwe berdewam dike

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tîma Futbolê ya Jinan Hakkarî Gucu ku di Super Lîga Jinan a Turkcellê de dilîze, 2 jê biyanî 5 futbolîst transfer kir.

Tîma Hakkari Gucu bi tranfsferên nû amadekariyên xwe yên bo sazona nû berdewam dike. Di vê çarçoveyê Tîma Colemêrgê, Hakkarî Gucu 8 futbolîstên xwe yên berê şandin.

Hakkarî Gucu bo sezona nû amedakariyên xwe berdewam dike - Hakkari Gucu bo sezona nu amedakariyen xwe berdewam dike 2

Tevî vê tîma jinan Hakkarî Gucu ji 5 futbolîstên xwe yên ji Afrîkayê 2 şandin û ji Şirnex Nûhsporê Nazli Feride Aletirik a 28 sali, ji Fatih Vatansporê Zalal Baturay a 27 salî, ji Giresun Sanayîsporê qelevan Nagihan Bulut a 33 salî, stopera ji Kamerunê Nguiadem Annecy Candide a 29 salî û herî dawi jî qelevana ji Kolombiyayê Camila  Roman a 29 salî, transfer kir.

Piştî ku transferên nû hatin bajêr tîmê li Qada Futbolê ya Merzanê dest bi amadekariyên sezona nû kir.

Ji bilî van Hakkarî Gucu dixwaze 4 futbolîstên din jî transfer bike.

Hakkarî Gucu bo sezona nû amedakariyên xwe berdewam dike - Hakkari Gucu bo sezona nu amedakariyen xwe berdewam dike 3

Tîma Hakkarî Gucu ku di lîga xwe de encamên gelek serkeftî bidestxistiye wê di 27 Tebaxê de li deplasmanê derkeve pêşberî tîma Bîtexen Adana Îdmanyurdu. Ew dixwaze di vê pêşbirkê de tîma Edeneyê têk bibe û bi avayekî xurd dest bi sezona nû bike.

Di sezona borî de Tîma Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê (ABB) FOMGET’ê di tûra Pley-offê de Hakkarî Gucu têk biribû. Hakkarî Gucu ku performansa wê gelek başe, dixwaze di vê sezona nû de bibe şampiyon. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hakkarî Gucu bo sezona nû amedakariyên xwe berdewam dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *