HDP dê bo taloqkirina doza girtinê cardin serlêdan bike

featured
Wêne Malpera HDP'ê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthad Sancar, daxuyand ku dê ji bo ku toza girtinê ya HDP’ê ji piştî hilbijartinê re bê taloqkirin, cardin serlêdan bikin. Sancar got, “Nayê qebûlkirin ku hilbijêr di nava rewşekî wiha nediyar de bêne hiştin. Piştî ku YSK’ê teqwîma hilbijartinê eşkere kir, em ê tevî hiqûqnasên xwe rewşê binirxînin û beyî gîrokirin serlêdana xwe bikin”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthad Sancar, di bernameyeke televîzyonê de derbarê rojeva Tirkiyê de hin nirxandin kirin. Sancar, destnîşan kir ku wekî ku beriya niha jî diyar kiribûn, ew ê bi tifaqa xwe tevli hilbijartinên parlamentoyê bibin. Wî anî ziman ku bi maseya şex partî re tu danûstandinên wan çênebûne û got “Muxatabê me Kiliçdarogluye’

Sancar her wiha derbirî ku tu bendewariya wan ya bo bidestxistina wezaretekî tuneye û wiha axivî: “hewldanên ku me dikişînin nava van nîqaşan jî em wekî manevrayeke nederbasdêr dinirxînin.

Sancar derbarê hevdîtan muhtemel ya Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) de jî wiha axivî: “Heta niha tu serlêdanên bo randevuyê ji me re nehatiye ragihandin. Dema Kiliçdaroglu hat, em ê li ser nexşerêyeke şênber biaxivin. Piştre jî bo derxistina namzetê xwe em ê tevî lijneyên xwe yên rayedar û tifaqa xwe biryar bidin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HDP dê bo taloqkirina doza girtinê cardin serlêdan bike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *