1. Haberler
  2. Aktûel
  3. HDP’ê bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê kir

HDP’ê bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê kir

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) destnîşan kir ku encax bi piştevaniyê dikare ev afat bê derbaskirin û ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir.

Desteya Rêveberên Xwecihî ya HDP’ê, têkildarî erdhejên ku navenda wê Mereş bû û bandor li Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê kir, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mixabin hejmara miriyan zêde dibe. Mudaxale kêm in, mirov bi tenê hatine hiştin. Hemû hewldanên me ew e ku pêşî li ber mirinê bigirin û piştevaniyê mezin bikin û van rojên tarî derbas bikin.”

‘Em bi hemû derfetên xwe amade ne’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo pêşî li texrîbata ku ji ber erdhejê rû daye bê girtin, tevî Koordînasyona Krîzê ya Erdhejê ya şaredariyên HDP’î bi tevkarî xebat heye û wiha hat gotin: “Em rêveberiyên xwecihî ji bo alîkariya gelê xwe yên ji ber erdhejê mexdûr bûne, em bi hemû derfetên xwe amade ne. Şaredariyên me, ji bo welatî û penaberên bandor ji karesatê wergirtine, 24 saetan dixebitin. Em her kêliyê li herêmên erdhejê ne û em bi awayekî koordîneyî di xizmeta gelên xwe de ne. Em derfetên xwe ji bo pêşîgirtina windahiyan û pêdiviyên lezgîn seferber dikin.”

‘Dem dema piştevaniyê ye’

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku bi piştevaniyê dikarin karesat were derbaskirin û wiha hat gotin: “Rêxistinên me yên bajaran û şaredariyên me ji bo alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê tim amade ne. Em careke din ji bo xurtkirina piştevaniyê bang li gelê xwe dikin. Niha dem dema piştevaniyê ye.” (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HDP’ê bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *