HDP’ê jibo kongreyê hejmarek zêde sazî û kes wexwend

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kongreya HDP’e ya 5’emîn a asayî dê sibê li Enqereyê bê lidarxistin.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî di 3’ê Tîrmehê de bi durişmeya “Soza Me Heye, Çereserî Em In” wê li Salona Sporê ya Arenaya Enqerê pêk bîne.

Ofîsa Çapemenîyê ya HDP’ê derheqê kongreyê de daxuyaniyek nivîskî hate belavkirin. Di daxuyaniyê de tê dîyarkirin ku, li tevahîya bajarên herêma Kurdan û Tirkiyê dê ser 50 hezar kesî beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê bibin.

HDP, jibo beşdarbûna kognreyê nêzikî 400 mêvanên navxweyî û 100 mêvanên biyanî vexwendîye. Di nav vanan de partîyên sîyasî wek Îtifaqa Heftmendî (İtifaqa Demokrasîyê), CHP, Partîya DEVA, Partîya Dahatû, Partîya Saadetê, Partîya Yek, Partîya Çep, TKP, nûnerên Îtifaqa Kurdistanî vexendine.

Dîsa Dayikên Şemîyê, Cizirê, Roboskîyê, Sîwasê, Surê, yên ku xizmên xwe li teqîna Enqerê de winda kirin, yên ku xizmê wan li Konyayê hatin kuştin, disa malbata Şenyar, Tahîr Elçî, Medenî Yildirim, Denîz Poyraz û Garîbe Gezer jî di nav vexendîyan de ne.

Serhat News
(lg)
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HDP’ê jibo kongreyê hejmarek zêde sazî û kes wexwend

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *