1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Herema Serhedê jiber berfê rêya hejmarek gundan hate girtin

Herema Serhedê jiber berfê rêya hejmarek gundan hate girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li herema Serhedê di gel meha Adarê dawî dibe jî, hêj berf û baho li ser jiyana rojane tesîrek neyînî dike. Li heremê jiber barîna berfê rêyên 385 gundan ji çûn û hatinê re hatine girtin.

Her çiqas destpêka biharê be jî, barîna berfê li bajarên weki Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê jiyane astend dike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku ji ber berf û bagerê rêya 22 gundan hatiye girtin. Tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Di vê navberê de Walîtiya Wanê jî ragihand, ku li bendê ye ku îro demên nîvro li navçeyên başûr ên bajêr berfeke zêde destpê bike û heta sibehê berdewam bike.

Herema Serhedê jiber berfê rêya hejmarek gundan hate girtin - WhatsApp Image 2022 03 23 at 14.29.54

Rêveberê Îdareya Taybet a Bajêrê Mûşê Şeyhmus Yentur jî derbirî ku, ji ber berfê rêya 67 gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Herwiha li navenda Mûşê jî tîmên şaredariyê dest bi paqijkirina cade û kolanan kirine.

Li Colemêrgê jî Rêveberê Îdareya Taybet destnîşan kir ku ji ber rewşa hewa ya xerab rêya 40 gundan hatiye girtin û di encama xebatan de heta niha rêya 38 gundan hatiye vekirin. Tîmên Rêveberiya Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyan bênavber dixebitin.

Li Bedlîsê jî hefteyekê zêdetir e berf dibare û rêya 294 gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Li navenda bajêr jî tîmên şaredariyê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.

(aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Herema Serhedê jiber berfê rêya hejmarek gundan hate girtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *