1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Heşdî Şeibî li Kerkûkê zeviyên Kurdan dagîr dike

Heşdî Şeibî li Kerkûkê zeviyên Kurdan dagîr dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hêzên Heşda Şeibî, li bajarê Kerkûkê dest daniye ser zeviyeke li taxekî Kurdan û dixwaze li vir barageheke leşkerî ava bike.

Yekîneyeke girêdayî hêzên Heşda Şeibî li Kerkûkê zeviyeke 60 donim a li taxa Kurdan bi darê zorê dagir kiriye û dixwaze li vir barageheke leşkerî ava bike. Li gor nûçeya K24’ê hejmarek endamên parlamentoya Iraqê çûne deverê û ji Heşda Şeibî daxwaz kirine ku dev ji vê hewldanê berdin. Lê hatiye ragihandin ku hêza Şeibî dev ji avakirina baragehê bernedaye.

Heşdî Şeibî dest daniye ser qada parkê  

Di masterplana şaredariya Kerkûkê de, ev zevî bo parkeke giştî ango qada hêşîn hatiye diyarkirin, lê Heşda Şeibî dixwaze vê derê dagir bike û bo hêzên xwe li vir baregeheke leşkerî ava bike.

Tê diyarkirin ku Navenda Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) çend sed metroyan dûrî wê zeviyê ye û rêveberekî YNK’ê gotiye, Heşda Şeibî soz daye ku karên xwe li wir rawestînin.

Rêveberê YNK’ê: Eger nerawestin emê rêbazên cuda bikarbînin

Rêveberê YNK’ê Sîrwan Kwêxan Necim ji çapemeniya Herêma Kurdistanê re ragihandiye, “Ev cureyek ji projeya Erebkirina herêmê ye, ji ber ku hemû rûniştvanên herêmê Kurd in. Fermandarê Operasiyonên Kerkûkê soz daye ku karê avakirina baregehê rawestîne, eger ev yek neyê kirin, emê rê û rêbazên din bikarbînin.”

Piştî 16’ê Cotmeha 2017’an Heşda Şeibî li Kerkûkê bû hêzeke serdest, berê gelek zevî li tax û deverên ereban bi dest xistibû, lê bertekên li hember vê hewldanê dê cuda bin, ji ber ku wan dest daniye ser zeviyeke ya şaredariyê ya taxên Kurdan.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Heşdî Şeibî li Kerkûkê zeviyên Kurdan dagîr dike
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *