Hevalên C.T. a bê usul hatibû tayînkirin axivîn: Em matmayî ne!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Usulsuziyên di Şaredariya Rêya Armûşê da ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, bi tayînkirina ‘Mudû rekî’ berdewam kiribû. Hevalên C.T., ya ku wekî karkera daîmî dixebî û niha wekî mudûr hatiye tayînkirin, axivîn. Hevalên wê gotin, “Li cem me qarê paqijî û linêrina zarokan dikir. Çewa bû mudûr em nizanin. Em jî niha matmayî ne”

Çend roj beriya niha hatibû gotin ku C.T., ya ku di Mudûriyeta Malbat, Xebat û Polîtîkayên Civakî ya Wanê de wekî karkera daîmî dixebitî, bi nivîsa erêkirinê ya kayumê Şeredariya Rêya Armûşê ya Wanê Îhsan Emre Aydin, wekî ‘Mudûra’ Jin û Xizmetên Malbatê ya şaredariyê hatibû diyarkirin. Di nivîsa erêkirinê de ji bo C.T., yê hatiye gotin, “ Bi erêkirina meqamê serokatiyê hûn ji Midûriyeta Jin û Malbatê re wekî wekîl hatine diyarkirin”

Hevalên wê yên kar matmayî mane

Piştî ku nûçeya me ya di vê derbarê de hate weşandin, hevalên C.T., yên li Miduriyeta Malbat, Xebat û Polîtîkayên Civakî ya Wanê de dixebitin nêrînên xwe yên têkildarî rewşê diyarkirin. Rayedarekî di Miduriyeta Malbat, Xebat û Polîtîkayên Civakî ya Wanê de dixebite nûçeya me piştrast kir û got, “C.T., li vir karê paqijiye dikir û lênerîna zarokan dikir. Çewa bûye mudûr me jî fêm nekir. Em hemû matmayî mane.”

Rayedarê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku rayeya îmzeyê ya C.T., jî li nava saziyê de tunebû û wiha axivî: “Ji bilî karê paqijî û zarokan tu karê wê tunebû. Li vir rayeya wê ya îmzeyê jî tunebû. Wê destûr wergirt û pişt vegere ji destûrê me zanî ku bûye mudûr. Nila li saziyê rojeva me hemûyan ev tayîna derhiquqiye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevalên C.T. a bê usul hatibû tayînkirin axivîn: Em matmayî ne!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *