Hevserokê HDP’ê Sancar: Rêjeya dengên me ji sedî 15’ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê HDP Mithat Sancar destnîşan kir ku rêjeya dengê partiya wan ji sedî 15’ye û ew hewl didin ku di parlamentoye de hêzeke demokrasiyê ya berfireh ava bikin.

Hevserokê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Mîthat Sanca ku tevli bernameya televîzyonekê bû derbarê rojeva siyasî û ya hilbijartinê de nirxandinên girîng kirin. Sancar, diyar kir ku di anketan de rêjeya dengên HDP’ê di navbera ji sedî 11-13 de derdikevin.

Herwiha Sancar, derbirî ku li gor şîrketên anketê yên ku ew pê ewlene jî dengê HDP’ê ber bi ser ji sedî 15’ê ve diçe.”

Sancar dibêje, armanca wan ew e li parlamentoyê hêzeke demokrasiyê ya berfireh çê be, ku ti desthilatek nikaribe ji bilî wê hêzê tiştekî bike.

Sancar di berdewamiyê de wiha axivî: “Eger 600 parlamenter hebin, bila piranî bi Tifaqa Demokrasiyê pêk bê. Armanca me ya deng di ser ji sedî 15 re ye. Me ji xwe re ji sedî 15 wek bend û armanc danî.”

Sancar herwiha derbarê egera girtina HDP’ê de jî got: “Em dê ji bo HDP neyê girtin hemû hewlekê bidin, lê me xwe ji hemû egeran re amade kiriye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevserokê HDP’ê Sancar: Rêjeya dengên me ji sedî 15’ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *