Hin kesên bi navûdeng ku di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de cih girtine

featured
RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiya Çepên Kesk di nava lîsteyên xwe de cih daye hin kesên ku di nava civakê pir zêde têne nasîn û bi navûdeng in. Mijara mereqê ye ku ka partiyê ev kese li kîjan bajaran wekî namzet diyar kiriye. Her wiha 33 parlamenterên HDP’ê yên berê jî di lîsteyan cih negirtine.

Ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlementoyê 33 roj man. Partiyên siyasî roja Yekşemê lîsteyên xwe yên parlamenteriyê radestî Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) kirin.

Partiya Çepên Kesk jî lîsta xwe radest kir û diyar bû ku kîjan kesên bi navûdeng li ku bûne berbjiêr?

Rojnameger Hasan Cemal ê ku navê wî di nav kesên herî zêde dihate nîqaşkirin de bû ji herêma 2’emîn a Stenbolê di rêza 3’emîn de wek namzet hate nîşandan, Osman Cengîz Çandar jî li Amedê di rêza 3’emîn de bû cih girtiye.

Keça Orhan Dogan Ayşegul Dogan ji Şirnexê bûye namzet

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal û rojnameger Ayşegul Dogan ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve li Şirnexê wek namze hatin nîşandan. Akademîsyena Aştiyê û nivîskar Sevilay Çelenk jî bû namzeta rêza 6’emîn a Amedê.

Serokê berê yê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar li Amedê di rêza 9’emîn de û ji Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar jî li Rihayê di rêza 4’emîn de bû namzet.

Lîstikvan Kerem Firtina yê ku demekê di rêzefîlma “Kurtlar Vadisi” de dilîst, li herêma 3’emîn a Stenbolê di rêza 6’emîn de bûye namzet.

Zana Farqînî di lîsteyê de cih negirtiye

Zimanzanê Kurd Zana Farqînî û Hunermenda Kurd Semyanî Perîzade ku ragihandibûn ji bo namzetiyê serlêdan kirine, di lîsta Partiya Çepên Kesk de cih negirtin.

Hin parlamenterên berê jî di lîsteyan de cih girtine

Ji 56 parlamenterên HDPê 23 kes dîsa wek namzet hatin nîşandan. Li gorî encamên hilbijartinên 2018’an 10 ji van navan ji cihên ku dikarin bên hilbijartin hatin diyarkirin. 13 parlamenter jî li cihên ku HDP bihêz e lê beriya niha ji wir parlamenter dernexistibû hatin diyarkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Heyama 27’ê Omer Faruk Gergerlîoglû dîsa li Kocaeliyê bû yekane namzet. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş li Erzeromê di rêza yekemîn de bû namzet. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî li Mûşê bû namzetê rêza yekemîn. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan dîsa li Rihayê di rêza duyemîn de bû namzet.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bû namzeta rêza yekemîn a Mêrdînê.

Saruhan Oluç li Antalyayê û Ebru Gunay jî li Aydinê bûne namzet.

YSP’ê diyar kiribû ku kesên cara sêyemîn hatine hilbijartin wê nekevin lîstê, lê hat dîtin ku hin berbijêrên ku vê şertê bi cih neanîne jî bûne namzet. Sirri Sureyya Onder ê ku li Enqere û Stenbolê 3 caran bibû parlementer, li herêma 1’emîn a Stenbolê di rêza 1’emîn de bû namzet, her wiha Sirri Sakik ê ku 3 caran bû parlementer jî, ji rêza yekemîn a Agiriyê bû namzet.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan a ku di heyamên 23., 24. Îdir; di heyamên 25, 26 û 27’an de parlamenteriya Stenbolê kiribû, cara 6’emîn bû ji Wanê bû namzet.

Namzetên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PIA) Mehmet Kamaç li Amedê di rêza 7’emîn de û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek jî ji Wanê bû namzetê rêza 4’emîn.

Namzetên ji partiyên çepa Tirkan

Seroka berê ya EMEP’ê Selma Gurkan li herêma 1’emîn a Enqerê di rêza 2’emîn de, Serokê EHP’ê Hakan Ozturk, ji SMF’ê Cemîl Gungoren û endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Perîhan Koca li Stenbolê; Ji EMEP’ê Îskender Bayhan li Stenbolê û Sevda Karaca Demîr jî ji Dîlokê bûn namzet. Ji ESP’ê Çîçek Otlu li Stenbolê, ji SYKP’ê Tûlay Hatimogullari li Edeneyê, ji Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk li Îzmîrê, ji Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu li Stenbolê wek namzet hatine nîşandan.

Berbijêrên Êzidî û Elewî

Di lîsta Partiya Çep a Kesk de li ser navê Elewiyan Serokê Weqfa Garîp Dede Celal Firat û li ser navê Êzidiyan Azad Bariş li Amedê, li ser navê Suryaniyan George Aslan li Mêrdînê û li ser navê Çerkezan Metîn Kiliç jî li Enqereyê wek namzet hatin nîşandan.

Rewşa Hevserokan

Bajarên ku hevserok û hevberdevkên pêkhateyên Partiya Çepên Kesk beriya niha hatibûn diyarkirin.

-Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar li Stenbolê û Hevberdevk Îbrahîm Akîn ji Îzmîrê bûn namzet.

-Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li Stenbolê bû namzet.

-Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk li Amedê di rêza yekemîn de wek namzet hat nîşandan.

-Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Mêrdînê û Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir jî li Êlihê bû namzet.

-Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Wanê di rêza yekemîn de, Hevserokê Giştî Mîthat Sancar li Rihayê bû berbijêr.

ji HDPê 33 kesên ku nebûne berbijêr

Navên 33 parlamenterên HDP’ê ku vê car di lîsteyê de cih negirtine jî ev in:

Agirî – Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Enqere – Filiz Kerestecioglu Demîr, Antalya – Kemal Bulbul, Êlih – Feleknas Uca û Ayşe Acar Başaran, Bedlîs – Mahmut Celadet Gaydalı, Dêrsim – Alican Onlu, Amed – Îmam Taşçier, Remziye Tosun, Hişyar Ozsoy, Semra Guzel û Garo Paylan, Colemêrg – Sait Dede, Îdir – Habîp Eksîk, Stenbol – Musa Piroglu, Erol Katircioglu, Oya Ersoy, Huda Kaya, Zeynel Ozen û Zuleyha Gulum, Îzmîr – Serpîl Kemalbay Pekgozegu û Murat Çepnî, Mêrdîn – Pero Dundar, Mêrsîn – Fatma Kurtulan, Mûş – Şevîn Coşkun, Sêrt – Sidik Taş, Riha – Nîmetullah Erdoğmuş, Ayşe Surucu û Nusretîn Maçîn, Şirnex – Hasan Ozguneş, Nuran Îmir û Huseyîn Kaçmaz, Wan – Tayîp Temel. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hin kesên bi navûdeng ku di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de cih girtine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *