Hunermend Gonultaş: Her kes ketiye dû şan û şohretê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermend Gonultaş, derheqê nîqaşên li ser mûzîka Kurdî de got , “Li gor min formekî Mûzîka Kurdî heye. Dîsa li gor min hevalên me yên gelek baş dixebitin jî hene. Gelek mînakên resen jî hene. Lê, her kes ketiye dû şan û şohretê”

Hunermend Alî Dogan Gonultaş, di sala 2007’an de tevî hin hevalên xwe biryar dide ku bi mûzîkê eleqeder bibe. Gonultaş, ku li ser kevneşopî û tehmên mûzîkê yên dapîra xwe dest bi rêwîtiya mûzîkê kiriye, di nava demê de, dibe yek ji endamên koma mûzîkê ya “Ze Tije”. Ev kom her diçe di warê provesyoneliyê de pêş dikeve û dû re jî du albûên bi navê “Yanlişimiz Var” û “Ûr” derdixe.

‘Xo bi Xo’

Gonultaş, ku li navçeya Kixiya Çewlikê dest bi rêwîtiya mûzîkê kiriye, bi berhevkirina newa û tiniyen li heremê berdewamî karê xwe dike. Gonultaş, ev qeydên ku berhevkiriye, di jiyana xwe ya mûzîkê de bo xwe kiriye wekî piştpalekî mezin. Gonultaş, derbirî ku mûzîk ne tenê çêkirina mûzîkê ye û got, “Hemû tiştên têkildarî vê mijarê di hundirê mûzîkê de cih digirin.” Tevî ku di sala 2018’an de koma wan ya mûzîkê belav dike, Gonultaş, bi zaravayê Dimilî giranî dide ser xebatên xwe û bi gotina, Dimilî/Zazakî “Xo bi Xo’ yanî xwe bi xwe di konseran de konsepta xwe pêk tîne.

Gonultaş, ku li derveyî welat bi konseran derdikeve pêşberî heskiriyên xwe, îsal albûma xwe ya bi navê “Kîgi” derxistiye. Wî, beriya niha di hin hevpeyvînan de gotibû ku, piştî hemû stranên xwe diweşîne, ew dixwaze  wekî plakekî albûma xwe derxew.

Me beriya konsera Gonultaş ya Wanê, bi wîre bo şopînerên Serhat Newsê,hevdîtinek pêk anî.

‘Di qada hûnerê de bêyarbûnek heye’

Beriyê, ez dixwazim fikra wî ya li ser mijara bêyarbûna di qada mûzîkê de, ku di rojevê de ye hîn bibim. Di vê derbarê de Gonultaş dibêje, “Car caran, tevî ku ez bi îdîa jî nebim, dixwazim gotinek bilêv bikim. Stewrbûnek, an jî bêyarbûnek di qada hunerê de heye. Ev rastiyeke. Lê ev yek bi rewşa hewî re girêdayî ye. Têkiliya wê bi xwe atmosfera polîtîk ya niha re jî heye. Li Tirkiyeyê hima bêje li her qadê bêyarbûnek tê jiyandin. Tevî ku eleqeya xwe bi teknolojiyê re jî hebe, gelek berhem derdikevin holê, lê ev berhem gelek qelsin. Di navengekî wisa dorpêçkirî de mirov êdî nikarin xwe îfade bikin.”

Hunermend Gonultaş: Her kes ketiye dû şan û şohretê - Ali Doğan Gönültaş 1024x683 1

 ‘Huner, hilweşandina dîwarîn heyî ye’

Gonultaş, destnîşan kir, huner ne çêkirina diwarekiye, berevajiyê vê, huner hilweşandina dîwarên heyî ye. Ew dibêje ku lazime di vî warî de meriv provakatîf be û wiha domand: “Divê em ev dûbareyên heyî ji holê rakin. Wekî mînak şêweya sinemaya pêla nû ya Fransizan, anjî şêweya rasteqîniya nû ya Îtalyan çewa derket holê û bû ekoleke nû? Wan tiştekî ji hemû tiştan cihe danî holê. Wana bi avayekî wêrekî navtêdanek birêve birine. Hêj jî vê navtêdanê didomînin.”

Di rastiya xwe de wekî ku Gonultaş jî dibêje, ji ber çanda xerîdariya populer mirov êdî zêdetir bala xwe didin tiştên ku zêde baldariyê naxwazin. Gonultaş, di vê mijarê de derbîrî ku lazime di karê tê kirin de domdariyek hebe û eger li holê hatiniyek aborî jî tunebe, ev domdarî pêk nayê.

 ‘Di mûzîka Kurdî de formek heye’

Min balkişand ser nîqaşên têkildarî form û nasnameya mûzîka Kurdî, daku van demên dawî êdî mûzîkjenan êdî dev ji hilberînê berdane û berê xwe didin, berhemên kevn ên anonîm. Wî ji vir gotin ji min wergirt û wiha axivî: “Li gor min formekî Mûzîka Kurdî heye. Dîsa li gor min hevalên me yên gelek baş dixebitin jî hene. Gelek mînakên resen jî hene. Lê her kes li dû şan û şohretê ye.”

‘Zuhabûn û bêyarbûn’

Gonultaş, diyar dike ku, di vê serdeme de tu kes, tu kesî kifş nake û wiha pêde çû: “Bona ku, xuyakirina berhemên hatine hilberîn, bi ser têkiliyan de têne dîtin, em gelek berhemên mirovên bi nirx nabînin. Ya rast lazime, tiştên têne hilberîn jî baş bin. Lê, dikare rewşa heyî, wekî zuhabin an jî bêyarbûnekî bê pênasekirin.  Li ser navê xwe ez dikarim bêjim; min du album derxistine. Ji Amerîkayê, heta Meksîkayê, ji wir jî heta Brezîlyayê radyo stranên min diweşînin. Le li vir tu qedrê me tuneye. Saziyên ‘Me’ eleqe nîşan nadin. Ev rastiye ke ez dibêjim.”

Li ser mijara derxistina plakê jî Gonultaş, anî ziman ku ew dixwaze bo kesên ku merakdarên plakêne tiştek wiha bike û ev gotin lê zêde kir, “Ez naxwazim ji mirovan re bêjim ‘A min CD derxist, wê bistîne da ku ez pere qezenç bikim’. Li şûna wê min xwe bo kesên ku dixwazin plak guhdar bikin, tiştek wiha bikim. Li gor min, dijîtalê de berhemên min hene. Ev jî têrê dike.”

 ‘Sansur dîsa heman sansur e’

Derheqê qedexekirinên konerên hunermendên Kurd de jî Gonultaş nêrîna xwe anî ziman û got, “Daxwaza min ya aştiyê ne girîng e. Ya girîng daxwaza aştiyê ya kesê ji Nîgdeyê ye.

Dema ku hûn pêncî carî heman tiştî dibêjin, wateya xwe winda dike. Niha divê em ji ‘Em tên sansurkirin’ wêdetir tiştekî bibêjin. Pêwîste huner bikeve dewrê, lê Kurd di vî warî de dikarin çi bikin? Ma li cihekî ne karê siyasetmedaran e, ne karê saziyan e? Sansûra huqûmetê pir normal e. Ger hûn li wir mijarên siyasî bişopînin, ev tiştekî normal e, ew ê bike. Lê ez vê qebûl nakim. Ya ku ez hilberîna xwe didomînim. Ez ji vê natirsim, berhemên xwe li gorî wê teşe dikim. Tiştê anormal ev e: Festîvala Rockê ya Zeytinliyê qedexe ye, lê komekî mûzîka Kurdî di nav de nîne. Ha cudahiya her dû aliyan ji hev tuneye. Li vir pirsgirêka liyakatê heye. Di saziyên me de jî wisa ye. Ev hişmendiya çetewarî li her derê heye.”

Herî dawî Gonultaş got ku, piştî albûma wî ya dawî ‘Kiğı’ ket nav lîsteya muzîkê ya cîhanê; ew, dixwaze giraniya xwe bide konserên li derve û li welatên cihê bi temaşevanên cuda re bicive.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermend Gonultaş: Her kes ketiye dû şan û şohretê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *