Hunermendê kurd Beytocan jiyana xwe ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermendê kurd ê navdar Beytocan li Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrê  jiyana xwe ji dest da.

Malbat û hevalên hunermendên kurd Beytocan ragihandin ku Beytocan ê 68 salî vê sibehê li Stockholmê koça dawî kiriye.

Beytocan demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin. Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çena wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.

Beytocan di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşand. Albûma wî ya ‘Yan mirin yan Diyarbekir’ li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Beriya jiyana xwe ji dest bide, di hevpeyvînekê de diyar dikir ku di nava bêderfetiyê de wî karên xwe yên hunerê kiriye.

Beytocan sala 1955’an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6.5 salan li girtîgehê hate hiştin û sala 1987’an hate berdan.

Beytocan sala 1990’î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991’ê de neçar ma koçî Swêdê bike. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | _a_rm_1
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
1
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermendê kurd Beytocan jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *