1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Hunermendê navdar Mihemed Şêxo 42 beriya niha ji nava me koç kir

Hunermendê navdar Mihemed Şêxo 42 beriya niha ji nava me koç kir

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo ku ji bajarê Qamişloyê ye 42 sal beriya niha di sala 1989’an de koça dawî kir.

Hunermend Mehmet Şêxo ku bi xwe yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs, di sala 1947an de li gundê Xecûkê yê bi ser bajarê Qamişloyê ji dayîk bû û di 9’ê Adara 1989’an ji nav me bar kir û çû ser dilovaniya xwe.

Şêxo ji 11 birayan yê mezin bû. Ew di sala 1959’an de dest bi xwendinê dike, lê 3 sal şûn ve dev ji dibistanê berdide. Di salên xwe yê dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike. Bi tesîra wan nêzîkî mûzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjiyê dike.

Salên li Beyrudê

Mihemed Şêxo ku bi strana ‘Bavê Felekê’ tê naskirin, salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Beyrûtê 2 salan dersên mûzîkê distîne.

Di sala 1972yan de bi hinek hevalên xwe re komek mûzîkê bi navê “Koma Serkeftin” ava dike.

Mihemed Şêxo di sala 1973’yan de derbasî Heremê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê Kurd ên din re saz dike.

Ew paşê vedigere Sûriyê û li Şamê bi cih dibe. Li wir albuma xwe ya bi navê ‘Ay Gewrê’ derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê rehetiyê nade Mihemed Şêxo û gelek caran ew tê desteserkirin.

Di nava refên pêşmergeyan de cih digire

Ew ji ber wê yekê carek din berê xwe dide Herema Kurdistanê û di nav refên pêşmergeyan de cihê xwe digire. Bi têkçûna şoreşa Îlonê ya Herêma Kurdistanê re ew derbasî Îranê dibe û li wir albumekê tomar dike.

Li Îranê ji bilî karê xwe yê mûzîkê çend salan mamostatiyê jî dike. Di demek şûn ve rejîma Îranê jî Şêxo wek dijberê rejîmê dihesibîne û derheqê wî de biryara desteserkirinê dide. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe dide Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin.

Stranên herî pêşkeftî di zîndanê de distê re

Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê Kurd aciz dibe û wî digire, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn.

Ew stranên xwe yê herî baş di heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyek bilind tîne ziman.

Hunermendê mezin Mihemed Şêxo di sala 1983’yan de vedigere Qamişlo û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9’ê Adara 1989’an de çû ser dilovaniya xwe.

Cenazeyê wî li bajarê Qamişlo ji aliyê bi deh hezaran kesi ve ber bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.

Çend berhemên hunermendê nemir Mihemed Şêxo wiha ne: Bavê Felek, Ay Gewrê, Cana min/Sînem, Koçê Me Barkir, Gulîzar, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Ay Lê Gulê, Nalînêk û Gava Ez Mirim. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermendê navdar Mihemed Şêxo 42 beriya niha ji nava me koç kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *