ÎHD: Heta niha tehliyaya 313 girtiyan hatiye astengkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

ÎHD’ê da zanîn ku ji sala 2021’an heta niha Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê yên Girtîgeha tehliyeya 313 girtiyan asteng kiriye û xwest ku ev rêziknameya ku li dijî Destûra Bingehîn e, bê betalkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran daxuyanî da. Komeleyê ji ber ku bi sedemên ‘Ji rêzê’ tehliyeyên girtiyan taloq dike, bertek nîşanê Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê yên Girtîgehan da.

Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê têkildarî girtiyên tehliyeya wan ji hêla Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ve hatine astengkirin, li Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. 

Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazici di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku lijneya behsa xeberê her 6 mehan carekê derheqê girtiyan de nirxandina “rewşa baş/halê baş” dike û wiha domand: “Li gorî fikraya sêyemîn a xala 89’an a Qanûna Hejmar 5275’ê, serdozgerê komarê yan jî dozgerekê ji hêla wî ve hatiye destnîşankirin dikare serokatiya lijneyê bike. Di vê lijneyê de midûrê saziyê, midûrê duyemîn ê ji çavdêrî û dabeşkirinê berpirsyar, karmendê îdareyê, bijîşkê girtîgehê, psîkiyatrîst, psîkolog û personeleke li servîsa alîkariya psiko-sosyalê, mamoste, serkarmendê girtîgehê û peywirdarekê ji hêla midûrê saziyê ve hatiye hilbijartin cih digirin.”

Yazici, diyar kir ku rêzikname ji sala 2021’an ve kete meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev lijneye hem li dijî Destûra Bingehîn û hem jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne. Navenda Giştî ya ÎHD’ê di 12’ê kanûna sala 2020’an de ji bo betalkirina ‘Rêziknameya têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Girtiyan de’ serî li Dadgeha Bilind da. Lê belê heta niha jî derheqê vê dozê de tu biryar nehatine dayîn.”

ÎHD: Heta niha tehliyaya 313 girtiyan hatiye astengkirin - IHD Heta niha tehliyaya 313 girtiyan hatiye astengkirin
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê

‘Tehliyeya girtiyan gelek caran hatiye taloqkirin’

Bi domdarî Yazici got ku girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin, parêzer û malbatên wan ji ber biryarên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê gelek serlêdan kirine û ev tişt anî ziman: “Weke ÎHD’ê bi qasî me tespît kirine, ji destpêka sala 2021’an ku rêzikname ketibû meriyetê heta niha herî kêm tehliyeya 313 girtiyan hatiye taloqkirin. Tehliyeya van girtiyan ne tenê carekê lê gelek caran di navbera 6 û 3 mehan de hatine taloqkirin. Heta tehliyeyên hinek girtiyên dikevin nava koma girtiyan hêj tê astengkirin. Her wiha bi qasî ku me tespît kiriye, ji van girtiyan 48 jê piştî ku tehliyeya wan gelek caran hatiye dirêjkirin hatine berdan. Ji van girtiyên tehliyeya wan hatiye astengkirin 88 jê girtiyên nexweş in û di lîsteya me ya girtiyên nexweş de cih digirin. Ji van girtiyên nexweş 42 jê nexweşiyên wan giran in. Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ku sala ewil a sepandina rêziknameyê de tehliyeya wî hatibû astengkirin, ji ber nexweşiyên xwe li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.”

 ‘Rêzikname bila bê betalkirin’

Têkildarî mijarê şaxên ÎHD’ê yên Amed, Wan, Stenbol, Êlih, Dêrsim, Colemêrg, Riha, Şirnex, Mêrsîn, Mêrdîn, Edene, Antalya, Îskenderûn û Îzmîrê jî li avahiyên xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin ku bi taloqkirina tehliyeya girtiyên nexweş re mafê hêviyê ji holê tê rakirin û bandoreke neyînî li malbatan tê kirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Bila Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê yên ku azadiya girtiyan asteng dike bên betalkirin û girtiyên ku şertên wan ên berdana bi kontrola edlî ava bûne tavilê bên berdan.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ÎHD: Heta niha tehliyaya 313 girtiyan hatiye astengkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *