Îran dibêje wê droneke nû ku dişibe ya Amerîkayê çêkiriye

featured
Wêne: Dengê Amerîka
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku wan droneke wekî ya MQ-9 Reaper a Amerîkî çêkirîye.

Weke Îran îdîa dike ku ew diron dikare 24 saetan li esmanî bimîne û dikare bigihe Îsraîlê.

Ajansa IRNA ya Komara Îslamî ya Îranê dîmenên dronê weşandin ku navê wê kirîye Mohajer-10. Ev drona nû çêkirî li pêşangehê di roja pîşesaziya Berevaniyê de hatiye nîşan dan.

IRNA dibêje, dron dikare 24 saetan bifire û her 210 kîlmetran di seatekê de dibire û dikare bombe û teqemeniyan heta 300 kîlograman hilgire.

Di dema nîşandana drona Mohajer-10 de Serokê Îranê yê Îbrahim Raisi jî amade bû.

Raîsî di şîroveya xwe ya di televîzyona dewletê de got: “Îro em dikarin bi hêzdarî Îranê wekî welatekî pêşketî û teknolojîk bi cîhanê bidin nasîn.”

Raîsî helwêsta Îranê derbarê peywendiyên dostane ligel “hemû welatên cîhanê” dubare kir.

Ajansa Associated Press (AP) nikarî rasterast îdiayên derbarê şiyanên drona Îranê ya nû çêkirî de (Mohajer-10) piştrast bike.

Herwiha Berpirsên Îsraîlê jî ti şirove derbarê drona Îranê nedan ku piranî ew welat dronên ku dikarin bo demên dirêj bifirin û xwedî kapasîteyek baş çêkin. (Dengê Amerîka)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îran dibêje wê droneke nû ku dişibe ya Amerîkayê çêkiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *