Îran ji xwîna Kurdan têr nabe: Kolberek din jî hate qetilkirin

featured
KOLBER-ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê kolbereke Kurd li ser sînorê bajarê Nowsudê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate qetilkirin û 8 kolber jî birîndar bûn.

Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, li ser sînorê bajarê Nowsud ê girêdayî Eyaleta Kirmanşahê gule li kolberan reşandin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di encama êrişê de kolbereke ku navê wî nehate hînbûn, jiyana xwe ji dest da û 8 kolber jî birîndar bûn. Di êrişê de kolber, ji ling, zik û milên xwe birîndar bûn. Hat zanîn ku ji kolberên birîndar rewşa Ehsan Rasoulî giran e û ew rakirine Nexweşxaneya Qudsê ya li Paveyê. Birîndarên din di newxweşxaneyên cuda yên yên eyaleta Kurdistanê de tên dermankirin.

Pêr jî kolberek hatibû qetilkirin

Li aliyê din hate zanîn ku pêr jî kolberê bi navê Rasûl Gagashî li ser sînorê bajarê Baneyê rastî êrîşa hêzên rejîma Îranê hatiye. Li gor agahiyan, di encama êrîşê de Gagashî yê ji bajarê Serdestê jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku cenazeyê Gagashî rakirine Nexweşxaneya Salahaddîn Ayubî û piştre jî li gundê wî hatiye definkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îran ji xwîna Kurdan têr nabe: Kolberek din jî hate qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *