1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Îranê erdhej: 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Îranê erdhej: 5 kesan jiyana xwe ji dest da

featured
Wêne: IRNA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku, li Îranê di encama erdhejê de li başûrê welat 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 39 kes ji birîndar bûne.

Li gor agahiyên ji Ajansa Erdhejê ya Amerîkî hatine wergirtin, erdhej li bajarê Ebender Abasê ya li başûrê Îranê rû daye. Mezinahîya erdhejê 6.0 pîleye û 100 kîlometre di kûrahiyê de pêk hatiye. Erdhej li gelek deveran hate hîskirin

Bajar 3 caran hejiyaye

Ajansa Erdhejê ya Amerîkî destnîşan kiriye ku erdhejê deqeyekê dewem kiriye. Ajansansa fermî ya Îranê jî IRNA ragihand ku di vê navberê de 3 erdhejên bi mezinahiyên 6.1 û 6.3 pîle li gor pîvana Richterê, bajarê Hurmuzganê hejandiye.

Ji waliyê bajar daxuyanî

Piştî erdhejê Walîyê Hurmuzganê Mehdî Dostî ji IRNA’yê re diyar kiriye, kêm 5 kesan canê xwe ji dest dane û 39 kes jî birîndar bûne.

Mehdî Dostî da zanîn ku ziyaneke mezin gihîştiye gundê Saye Xostê ku nêzîkî navenda erdhejê ye.

Beriya niha jî li heman bajarî erdhej çûbûbûn

Beriya niha ji li vî bajarî erdhejên di mezinahiya 6,4 û 6,3 pîle rû da dabûn di encamê de kesekê jî jiyana xwe ji dest dabû.

Hêjayî gotineye ji ber ku Îran li ser xeteke çalak a erdhejê ye, erdhejên bi dijwariya cûda gelek caran çêdibin. Erdheja herî bi ziyan di sala 1990’an de rû da ku bi pileya 7,4 bû û 40 hezar kes miribûn.

Her wiha di sala 2003’an de erdhejeke bi pileya 6,6  bajarê Kirman a başûrê rojhilatê Îranê rû da û herî kêm 31 hezar kesan jiyan ji dest dabûn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îranê erdhej: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *