1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Îsraîlê balafirgeha Şamê da ber bommeyan: 2 leşker mirin

Îsraîlê balafirgeha Şamê da ber bommeyan: 2 leşker mirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Balafirgeha Şamê ya Navnetewî rastî bombebaran a Îsraîlê hat. Di êrîşê de hate ragihandin ku du leşkerên Suriyeyê jiyana xwe ji dest dane.

Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê li hemberî Balafirgeha Şamê êrîşek pêk aniye.

Balafirgeha Şamê ya li paytexta Sûriyeyê duh di saetên şevê de hate bombebarankirin. Hat ragihandin ku di encama êrişê de 2 jê leşker bi giştî 4 kes hatine kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku piştî bombebarana Îsraîlê, balafirgeh êdî ji xebatê derketiye.

Li gorî Çavdêriyê, Îsraîlê li gel depoyên çekan her wiha noqteyên Hîzbûllah û komên nêzî Îranê yên li derdora balafirgehê jî bombebaran kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îsraîlê di 10’ê hezîranê de jî heman balafirgeh bombebaran kiribû û di encamê de du pîstên daketina balafiran betal bûbûn. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îsraîlê balafirgeha Şamê da ber bommeyan: 2 leşker mirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *