Ji Baroya Amedê derbarê madeyên hişbir de rapor

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Baroya Amedê ku derbarê bikaranîna madeyên hişbir de raporek amade kiriye, diyar dike ku li Amede rêjeya bikaranîna madeyên hişbir ji sedî 100 zêde bûye.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê tora civakî raporeke bi navê “Rûbirûbûna Bikaranîna Madeyan” belav kir.

Baroya Amedê di raporê de bal kişand ser zêdebûna rêjeya bikaranîna madeyên hişbir û tawanên madeyên hişbir ên li wî bajarî.

Di raporê de amarên bikaranîna madeyên hişbir ên salên 2020-2023’yan cih digirin.

Baroya Amedê amaje bi wê yekê da, tevî ku di sala 2020’ê de ji ber tedbîrên Coronayê rêjeya bikaranîn, bazirganî û berhemanîna madeyên hişbir bi awayekî giştî kêm xuya dike jî, lê di wê salê de li gorî serdemên berê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye û 3 hezar û 230 tawanên bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir hatine tomarkirin.

Baroya Amedê herwiha di raporê de bal kişand ser rêjeya doz û tawanên bikaranîna madeyên hişbir û parêzerên ku di wan dozan de hatine erkdarkirin û anî ziman: “Li Amedê her sal di tawanên berhemanîn, bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir de zêdebûneke cidî heye.

Hejmara parêzerên ku ji ber wan dozan hatine erkdarkirin di sala 2020ê de 3 hezar û 230 bû, di 2021ê de 3 hezar û 846 bû û di 2022yan de jî bûye 4 hezar û 392 parêzer.

Her sal li gorî sala berê bi awayekî berdewam û cidî hejmara doz û karûbarên dadî yên di vê mijarê de zêde dibin.

Eger em balê bikşînin ser amaran li gorî sala 2020ê di sala 2021ê de ev rêje ji sedî 19 û di sala 2022yan de jî ji sedî 35 zêde bûye.”

Di raporê de amaje bi zêdebûna doz û karûbarên yasayî yên ji ber madeyên hişbir ên derbarê zarokan de jî hatiye dayîn û hat gotin:

“Tomarên derbarê zarokên di bin 12 salî de, sala 2020ê 15 kes û 2021ê 8 kes bû lê sala 2022yan li ser 16 zarokan karûbarên yasayî hatine destpêkirin.

Tevî ku sala 2021ê kêmbûnek heye lê di 2022yan de li gorî berî salekê ji sedî 100 zêdebûnek tê dîtin.”

Baroya Amedê destnîşan kir ku amarên li ser zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir li Amedê heta 9ê Îlona 2023yan jî li gorî raporên salên borî bi aweyekî berdewam zêde dibin.

Baroya Amedê di beşa dawî ya rapora xwe de çend xalên rûbirûbûna madeyên hişbir û pêşniyar rêz kirine û li Amedê banga rûbirûbûneke bi bandor a madeyên hişbir li aliyên pêwendîdar dike. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Baroya Amedê derbarê madeyên hişbir de rapor

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *