Ji bo bajarên herêma erdhejê hişyariya lêhiyê hat dayîn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde da û diyar kir ku ji ber îhtimala lehiyê divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku ji îro saet 06:00’an û heta şeva Duşemê li 12 bajarên herêma erdhejê yên wekî Mereş, Dîlok, Kilis, Riha, Semsûr, Amed, Meletî, Xarpêt, Çewlîg, Dêrsim, Erzîngan û Mûşê dê baraneke zêde bibare û îhtîmala lehiyê heye.

Li gor pêşbîniya saziya navborî pileya germê zêde nayê guhertin lê li herêma erdhejê dê baraneke zêde bibare û li hinek cihan jî dê toz bibare. Herwiha hatiye daxwazkirin ku li herêmê ku hejmarek zêde mirov li derva an jî di konan de jiyan dikin, dijî îhtîmala lehiyê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin.

Şeva borî li navçeya Hewagê (Bozova) ya Rihayê baraneke zêde bariya û ji ber wê yekê çûnûhatin zehmet bûbû. Herwiha hejmarek cadde û kolan di bin avê de mabûn û îro jî dem bi dem barîna baranê berdewam e. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji bo bajarên herêma erdhejê hişyariya lêhiyê hat dayîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *