1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji girtîgehê derket 3 kes kuştin

Ji girtîgehê derket 3 kes kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Xarpêtê mêrekî ku bi demkî ji girtîgehê hatibû berdan piştî nîqaşekê xwesûya xwe, baldûza xwe û zarokek kuşt.

Li gor zanyariyan, Firat A. yê ku ji ber pandemiyê bi demkî ji girtîgehê hatibû berdan çû mala xwesiya xwe ya li taxa Sarayatik a bajarê Xarpêtê.

Ji ber sedemeke nayê zanîn di navbera Firat A., xwesî Zerîf Dogan û batûza wî Gulay Dogan de nîqaşek derketiye û Firat A. gule li xwesiya xwe û baldûza xwe reşandiye.

Di encama gulebaranê de Zerîf Dogan û Gulay Dogan li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û zarokê 10 salî yê bi navê Elî Tayyip Dogan jî ku kurê batûzeke din a Firat A. ye bi giranî birîndar bûye.

Piştî Firat A. ji cihê bûyerê reviyaye.

Bi ser agahdarkirina cîranan tîmên tendirustiyê zarokê birîndar birine Nexweşxaneya Zankoya Firatê, lê zarokê 10 salî jî ji ber dijwariya birînan canê xwe ji dest da.

Termên Zerîf Dogan û Gulay Doganê piştî lêkolîna dozger ji bo otopsiyê rakirine morga Nexweşxaneya Zanînegeha Firatê.

Hat ragihandin ku polîsan ji bo girtina Firat A. dest bi hewldanan kirine.

Serhat News

(aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji girtîgehê derket 3 kes kuştin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *