1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji hejmareke zêde kesayetan bo HDP û Demîrtaş daxuyaniya piştgiriyê  

Ji hejmareke zêde kesayetan bo HDP û Demîrtaş daxuyaniya piştgiriyê  

featured
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hiqûqnas, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan jî di nav de 290 kesayetan pêkutiyên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Kesayetên ku piştîgirî dane HDP û Selahattîn Demîrtaş gotin, “Êrîş û tundûtûjiya dewletê ya ser HDP û parlamenterên wê bi awayekî herî tund şermezar dikin.”

Piştî ku Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk li Geverê di dema çalakiya bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat derbkirin û piyê wî şikest, 290 kesayetan bi daxuyaniyek hevpar piştgiriya xwe ji bo HDP’ê diyar kirin.

‘Em êrîşan wisa dihesibînin ku li me hemûyan hatiye kirin’

Van kesayetan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirine ku ew piştgiriya Selahattin Demirtaş û rêveberiya HDP’ê dikin û wiha dibêjin: “Em êrîş û gefên li wan tên kirin wek bo me hemûyan tên kirin dihesibînin.”

Li beramberî şer em aştiyê diparêzin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin tê gotin: “Em kesên bê rawestan li beramber mirinê jiyanê, li beramber şer, aştiyê û li beramber tundudiyê siyaseta demokratîk diparêzin, piştgiriya rêvebriya HDP û Selahattin Demirtaş dikin ku siyaseta demokratîk û çareseriya ne bi tunduyê lê bi diyalogê diparêzin, em êrîş û gefên li wan tên kirin wek bo me hemûyan tên kirin dihesibînin.”

Xwediyê îmzeyên di daxuyaniyê de, di dawiyê de gotin, “Herwiha dibêjin ku ew “tundûtûjiya dewletê ya li beramber HDP û parlamenterên HDPê bi awayekî herî tund û dijwar şermezar dikin û dixwazin kesên tundî teşwîq dikin û wê bikartîni bên cezakirin.”

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji hejmareke zêde kesayetan bo HDP û Demîrtaş daxuyaniya piştgiriyê  
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *