1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa Parîsê de daxuyanî

Ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa Parîsê de daxuyanî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal a Iraqê, êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd ya Parîsê bi zimanek tund şermezar kir û daxwaz ji Kurdên li diyasporayê kir ku aram bin.

Li paytext Parîs a Fransayê doh, kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurd hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî êrîşê daxuyaniyek weşand û êrîş bi zimanekî tund şermezar û rûreş kir. Hikûmetê di daxuyaniyê de got, “Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Banga arambûne hate kirin

Di daxuyaniyê de daxwaz ji Kurdên li diyasporayê dijîn jî hate kirin ku aram bin û wiha hate domandin, “Baweriya me ya temam bi saziyên Hikûmeta Fransa û pergala darazê heye ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina Kurdên li Fransayê û cezakirina êrîşkar û tawankaran bigirin.”

Êrîşkar welatiyê Fransayê ye

Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê Fransîyekî 69 salî ve hatiye kirin û hatiye desteserkirin.

Li gorî zanyariyên polîsan, êrîşkar welatiyê Fransayê ye û di Kompanya Rêhesinê ya Neteweyî ya Fransayê de wek şofêrê trênê malnîşîn bûye. Herwiha hat eşkekirin: “Ew li cihê bûyerê hat girtin û bi rayedaran re hevkariyê dike. Ew niha ji ber kuştin û tundûtûjiyê di bin lêpirsînê de ye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa Parîsê de daxuyanî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *