Ji Nûbiharê bo zarokan setek nû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Weşanxaneya Nûbiharê bo zarokan seta ji 6 pirtûkan pêk tê a bi navê “Hevala min dilşa” weşand. Ev pirtûk ji zimanê Almanî bo Kurdî hatiye wergerandin.

Nivîskarê orijinal yê pirtûkan Lîane Schneider e û ji serpêhatiyên Conni pêk  tê. Ev pirtûk heta niha bo gelek zimanên din jî hatiye wergerandin û wêneyên wê jî ji aliyê Eva Wenzer-Burgerê ve hatine xêzkirin. Bo Kurdî jî  Dr. Abdûllah Încekan, Selman Dilovan û Asli Kayayê ev set bi hev re werger kirine.  Herwiha pirtûk heta niha, weke xêzefîlm, rêzefîlm û fîlman jî hatiye weşandin.

Ev 30 salin li Almanyayê tê weşandin

Derbarê seta hatî weşandin de Weşanxaneya Nûbihar ê ev agahî dane: “Dilşa, qehremana sereke ya van pirtûkan e. Dilşa, di her pirtûkekê de bi serborî û tecrûbeyên nû, gav bi gav jiyanê nas dike û pêşve diçe. Dilşa û hevalên xwe, ev 30 sal in ku li Almanyayê rêbertiya zarokan dikin û dinyaya wan dixemilînin. Ev 6 pirtûkên pedagojîk, ji seteke Almanî ya pir meşhûr û serkeftî hatine bijartin.”

‘Zarokên me pêşeroja me ne’

Pedagog û zimannas Dr. Abdullah Încekan ê ku di heman demê de edîtoriya pirtûkan kiriye têkildarî pirtûkande, dibêje; “Bi amadekirina van kitêban min xwest bibim alîkarê zarokên me, yên 3 hetanî 6 salî. Lewra zarokên me pêşeroja me ne û divê em bi zimanê xwe bingeha kesayetiya wan daynin. Em Kurd zêdetir muhtacî vî tiştî ne, ji ber ku bi zimanê me perwerdeya zarokên me tune.”

Bo zarokan tesîrek pozîtif e

Încekan bal kişandiye ser giringiya xwendinê û di vê rolê de cihê dê û bavan: “Perwerde û perwerdeya xwendinê beriya salên dibistanê dest pê dikin. Çawa bi hal û tevgerên xwe, bi kirin û mîzaca xwe em bingeha kesayetiya zarokên xwe datînin, her wisa bi gotina çîrok û çîrvanokan, metelok, stran û helbestan, bi hebûna kitêb û çîrokên bi deng em tesîreke pozîtîf li wan dikin. Ez dixwazim 94 pirtûkên din yên vê setê jî werger bikim.”

Seta Hevala Min Dilşa ji van şeş pirtûkan pêk tê:

Dilşa hînî ajotina biskilêtê dibe / Werger: Abdullah Încekan

Dilşa diçe bexçeyê heywanan / Werger: Selman Dilovan

Dilşa futbolê dilîze / Werger: Selman Dilovan

Dilşa li nexweşxaneyê ye Nivîskar: / Werger: Asli Kaya

Dilşa wenda dibe / Werger: Abdullah Încekan

Dilşa dest bi dibistanê dike / Werger: Abdullah Încekan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Nûbiharê bo zarokan setek nû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *