Ji saziyên ziman biboneya Cejna Yeldayê daxuyanî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Saziyên ziman derbarê Cejna Yeldayê de daxuyaniyek weşandin û di serî de hemû tevger, sazî, dezgeh û derdorên pêşeng, bang li hemû kesî kirin ku xwedî li kevneşopiya Cejna Yeldayê derkevin.

Hejmarek zêde saziyên li ser zimanê Kurdî xebatê dimeşînin, derbarê Cejna Yeldayê de ku di 21’ê Kanûnê de tê pîroz kirin, daxuyaniyek nivîskî a hevpar weşandin.

Saziyan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku 3 cejnên Kurdan ên sereke yên wekî Cejna Çarşema Sor (Cejna gerdûnî), Cejna Newrozê (Cejna Rûzemîn) û Cejna Yeldayê/Şevçile (Cejna felekî/astrolojîk) hene û dan zanîn ku ev cejn bi hezaran sale tên pîrozkirin.

‘Cejnekî herî qedîm ya Kurdan e’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi taybetî jî Şeva Yeldayê wek cejna herî qedim a Kurdan xwedî cihekî girîng e û wiha hate domandin: “Şeva Yeldayê di çavkaniyên dîrokî de wek Şevçile, Şeva Mêhr an jî Mêhra, Şevçere, Şevçile, Çilekilû, Şeva Rojvegerê, Şeva Ronahiyê, Şeva Zayîna Tav û Ronahiyê, Şeva Mîtrayê jî tê zanîn. “

Her wiha saziyan di daxuyaniyê de hin agahî jî parvekirine û dibêjin, “Şeva Yeldayê anku Şevçile 21’ê berfanbara zayînî (mîladî) ye, şeva herî dirêj a salê ye û destpêka sala nû ye, sersala kurdan a neteweyî ya felekî/ astrolojik e. Li gel vê şevê salek bi dawî dibe û saleke nû dest pê dike.”

Saziyan destnîşan kirine ku wek cejna Newrozê, Cejna Yeldayê jî bo Kurdan xwedî wate û girîngiyeke neteweyiye û wiha hate domandin: “Cejn û Şeva Yeldayê xwedî felsefeyeke xwezayî û zanistî ya kûr û dewlemend e. Yelda xwedî fikr, raman, felsefe, bawerî û bûyereke mezin a dîrokî ye. Yek ji pîrozweriyên felsefe, bîr û baweriya mîtrayî ye, ku ev felsefe, bîr û baweriya kurdan a herî qedîm a xwezayî, xwebûnî û gerdûnî ye. Cejna Yeldayê di heman demê de xwe berdaye nava çanda gelek neteweyên din û di nava wan de jî bi nav û awayên cuda tê pîrozkirin.

<strong>Ji saziyên ziman biboneya Cejna Yeldayê daxuyanî</strong> - Ji saziyen ziman biboneya Cejna Yeldaye daxuyani 1

Li gor daneyên lêkolîn û vekolînên dîrokî û zanistî ‘Noel’anku sersala mîladî ku îro li her aliyê cîhanê tê pîrozkirin jî bingeh û çavkaniya xwe ji Şeva Yeldayê digire.

‘Nirxekî pîroz e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di têkoşîna rizgariya neteweyî ya kurdan de Cejna Yeldayê jî xwedî cih û risteke dîrokî ye. Ji ber ku nirxekî pîroz û semboleke bingehîn a hevpar a tevahiya neteweya kurd e. Nav û nîşana nasnameyeke neteweyî, yekbûnî û yektevgerînê ye ku ev jî dibe çavkaniyeke bingehîn a pêkhatina xet û vîna neteweyî, civakî, çandî û polîtîk a kurd û Kurdistanî ya xwebûnî û gerdûnî.”  

“Em li ser bingeha vê rastiyê, di serî de hemû tevger, sazî, dezgeh û derdorên pêşeng bang û gazî hemû kurdên, li her derê cîhanê dikin ku bi hest, hiş û giyanê yekbûna neteweya kurd a azad Cejna Yeldayê, anku Şevçileyê bi şahî û bernameyên cur bi cur pîroz bikin û têkoşîna parastin û pêşxistina nirxên neteweya kurd li her derê bilindtir bikin.”

“Em wek saziyên li jêr jî dê bi boneya vê rojê li gelek bajaran bi şahî û bernameyên cur bi cur Cejna Yeldayê pîroz bikin. Cejn û Şeva Yeldayê yan jî Şevçile li neteweya kurd û hemû mirovahiyê pîroz be.”

Saziyên ku îmze dane daxuyaniyê ev in:

Kovara Destar

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî – Êlih

Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê – Wan

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê – Sêrt

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê – Enqere

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê – Cizîr

Navenda Çanda Dîcle û Firadê – Amed

Navenda Çanda Biharê – Batman

Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê

Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji saziyên ziman biboneya Cejna Yeldayê daxuyanî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *