Ji Tirkiye û Îraqê têkildarî xeta petrola Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê ragihand ku xeta hinardekirina (îxracat) petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ji bo her du welatan girîng e.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar û Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyyan Ebdulxanî 22’yê Tebaxê hevdîtinek kiribû.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser vê hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Di hevdîtinê de di serî de xeta boriyê ya petrola xav, mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin. Xeta boriyê ya petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ji bo her du welatan girîng e.

Hat destnîşankirin ku divê pişkînîn, kontrol û xebatên çêkirinê yên ku piştî erdhejên 6ê Sibatê dest pê kirine di wextekî herî zû bên kirin û hinardeya petrolê dest pê bike.

Her du wezîran li ser pêşxistina sektorên petrol, gaz, gihandin û bihevgirêdana xetên elektrîkê û enerjiyê de gotûbêj kirin.

Her du wezîrên ku hevserokên Komîsyona Aboriyê ya Têkel a Tirkiye û Îraqê ne biryar da civîna 19an a komîsyonê di demeke nêzîk de li Bexdayê bê kirin.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Tirkiye û Îraqê têkildarî xeta petrola Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *