Jiyana notirvanê dildar yê Keşîşxaneya Yêdî Kilîseyê bû belgefîlm

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Derhinêr Fatîh Guden, li ser jiyana notirvanê Keşîşxaneya Yedî Kilîseya Wanê belgefîlmek çêkir. Fîlma bi navê ‘Emanetçî’ (The Custodian Documentary) îro cara yekan wê li Navenda Çand û Hunerê ya Nînovayê bê nîşandan.

Derhinêr Fatîh Guden, ku beriya niha navê xwe bi belgefîlma ‘Sessîz Çanlar’ dabû bihistin, niha jî li ser jiyana notirvan dildar yê Keşîşxaneya Yedî Kîlîseyê (Varagavank-Varakavank) Mehmet Çoban belgefîlmek kişandiye. Keşîşxaneya Varagavankê di navbera sedsalên 8 û 11’an de li kontara çiyayê Erekê (Varag) hatiye avakirin. Guden, ev belgefîlm bi piştgiriya Bernameya Sivîl Duşun ya Yekitiya Ewropayê ve çêkiriye.

‘Em çima nikarin bibin yekî mîna Apê Mehmet’

Derhiner û Dîrokzanê Hunerê Guden ev demek li ser dêrên heremê lêkolînan dikin. Notirvan Çoban beriya niha jî di fîlma Guden a bi navê ‘Sessîz Çanlar’ de cih girtibû. Ew piştî vê filmê da ku Çoban rastî eleqeyek baş hatiye, biryar daye ku vê belgefîlmê bikişîne. Guden, bi pirsa “Em çima nikarin bibin yekî mîna Apê Mehmet” dest bi kişandina fîlmê kiriye û di nava 5 mehan de ev xebat qedandiye. Di fîlma xwe Guden balê dikişîne ser têkiliya di navbera Keşîşxane û Çoban de.

Jiyana notirvanê dildar yê Keşîşxaneya Yêdî Kilîseyê bû belgefîlm - Yedi Kilisenin gönüllü bekçisinin hayati belgesel oldu1 1024x768 1
Derhinêr Fatîh Guden

Bavê wî ji wî re parastina keşîşxaneyê dike wesiyet

Babê Çoban di sala 1950’an de ji navçeya Miksê ya Wanê ku li wê derê melatî dikir, berê xwe dide gundê Yedî Kilîseyê (Bakraçlı). Bavê wî li vir ji xwe re milk dikere û 30 salan jî melatiya gund dike. Bavê Çoban wê çaxê her tim di xudbeyan de balê dikişîne ser Keşîxaneya li gund û bo parastina wê jî nesîhet dide gundiyan. Bavê Çoban, beriya biçe ser dilovaniya xwe ji kurê xwe Mehmet Çoban re dike wesiyet ku keşîşxaneyê biparêze.

Jiyana notirvanê dildar yê Keşîşxaneya Yêdî Kilîseyê bû belgefîlm - Yedi Kilisenin gönüllü bekçisinin hayati belgesel oldu2 1024x769 1

Serî li gelek saziyan daye lê tu kesî piştgirî nedaye wî

Dema ku Çoban dest bi parastina keşîşxaneyê dike, rastî gelek pirsgirêk û kesên nebaş tê. Ew hin caran bi xizînegeran re dikeve nava têkoşîne û gelek caran jî vî sedemê bi wan re dibe dozdar. Çoban, bo parastina vê derê tevî ku çend caran ji Midûriyeta Çandê û ya Muzeyê re serlêdan kiriye jî, mixabin tu encam bi dest nexistine. Wî banê keşîşxaneyê yê xerabûyê jî bi derfetên xwe temîr kiriye.

Her sal hejamerek zêde geştiyar têne serdan vê keşîşxaneya ku di sedsala 10’an de bûye navenda piskoposan. Çoban ji aliyê hemû kesên ku hatine serdana keşîşxaneyê tê naskirin.

Jiyana notirvanê dildar yê Keşîşxaneya Yêdî Kilîseyê bû belgefîlm - Yedi Kilisenin gönüllü bekçisinin hayati belgesel oldu4 1024x768 1

‘Ew li hemberî van nirxan di nava nêzîkatiyek pir baş de ye’

 Guden jî derbarê çêkirina fîlma xwe de wiha diaxive: “Wekî her kes jî dizane, nêzîkatiya civaka me ya li hemberî mîrateya me ya çandî û nirxên me yên dîrokî li holê ye. Apê Memet di vê mijarê naveki mînak e. Ew li hemberî van nirxan di nava nêzîkatiyek pir baş de ye. Ji ber vê jî me xwe jiyana wî bikin belgefîlm. Herkes bo wêrankirina van deran ketiye nava hewldanê, lê apê Memet ev çend sale vê derê diparêze. Ev çend sale hewl dide ku Keşîşxaneya ne aydê misilmanan biparêze. Ev bi salane jî vê têkoşîna xwe didomîne. Yanî em dikarin bêjin, tişta ku ew niha dike, gelek kesên kaşo zana û entelektuel nikarin bikin”

Serhat News

(lg)
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jiyana notirvanê dildar yê Keşîşxaneya Yêdî Kilîseyê bû belgefîlm

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *