Kabîne îro dicive rojev aborî ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kabîneya Hikûmeta Serokkomariyê, îro li Enqerê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û mijara sereke rewşa aborî û rûbirûbûna enflasyonê ye.

Kabîneya Hikûmetê îro saet di 14.00’an de dê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê bicive.

Di rojeva kabîneyê de nirxandina serdana Erdogan a bo welatên Kendavê, 18 rêkeftinên ku di serdanê de hatine îmzekirin, rûbirûbûna enflasyonê û tedbîrên dijî zêdebûna kirêya xaniyan hene.

Herwiha di civînê de amadekariyên girêdayî pêvajoya girêbesta giştî ya serdema 7’emîn a karmendan û teqawîtan jî dê bê nirxandin.

Tê çaverêkirin, di civînê de mijara operasyonên leşkerî yên navxwe û derveyî sînor jî bên gotûbêjkirin.

Tê payîn ku piştî civînê Erdogan daxuyaniyekê bide medyayê û biryarên ku di civînê de hatine wergirtin, aşkere bike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kabîne îro dicive rojev aborî ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *