1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Karkerên DEDAŞ’ê li 5 bajêran dest ji kar berdan

Karkerên DEDAŞ’ê li 5 bajêran dest ji kar berdan

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Karkerên DEDAŞ’ê bi armanca zêdekirina meaş li 5 bajêran dest ji kar berdan û çalakî lidarxistin.

Karkerên di bin banê Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de dixebitin, ji bo mafên xwe dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin. Çalakî li Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih û Sêrtê pêk hat.

Karkerên DEDAŞ’ê ku di Serwîsa Arize, Tamîr û Çêkirinê ya Midûriyeta DEDAŞ’a Amedê dixebitin dest ji kar berdan. Karkeran li ber Midûriyeta DEDAŞ’ê ya Amedê çalakî li dar xistin.

Karker van daxwazan dikin: “Em dixwazin bibin endamên sendîkayê. Em daxwaza meaşê kêmtirîn dikin û her wiha ji sedî 80’ê meaşê zemkirî, Ji 6 mehan carek îkaramiyeya meaş, promosyona bankayê, promosyona cejnên Remezan û Qurbanê, mafên para keda ew didin, bihayê xwarin û rê ku dewletê diyar kiriye, zêdekirina bihayê mesaiyan, bihayê betlaneya fermî, bihayê pêvek ê ji sedî 15 yê vardiya şevê.”

Karkerên DEDAŞ’ê li 5 bajêran dest ji kar berdan - amd 21 07 2023 dedas isciler eylem devam1

Karkerên li navçeyên Amedê dixebitin jî tev li çalakiyê bûn û nêzî hezar karker çalakî li dar xistin. Karkeran bênavber dirûşmeya “Em karker in, em mafdarin û em ê bi ser bikevin” berz kirin. Ji ber çalakiyê polîs û maşîneyên zirxî sewqî cihê çalakiyê hatin kirin. Kêkliya ku çalakiya karkeran berdewam dikir, rayedarên şirketê ji karkeran daxwaza “bila nûnerên we bên, em hevdîtinê bikin” kirin. Lê belê karkeran xwest rayedarên şirketê li derve li cem karkeran hevdîtinê biki.

Çalakiya karkeran berdewam dike.

MÊRDÎN

Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê jî karkerên DEDAŞ’ê ji bo mafên xwe yên sendîkayî dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin. Karkerên DEDAŞ’ê li ber Midûriyeta DEDAŞ’ê ya Mêrdînê ku li Artûklûyê ye çalakî pêk anîn û ji bo mafên wan ên sednîkayê bê nasîn çalakiya rûniştinê li dar xistin. Karkeran bênavber dirûşm berz kirin. Karkeran destnîşan kir ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin, wê çalakiyên xwe belavtir bikin.

Karkerên DEDAŞ’ê li Qoserê jî dest ji kar berdan û li Qada Azadiyê li hev kom bûn. Karker ji Qada Azadiyê heta ber avahiya Dîcle Epsaşê ku girêdayî DEDAŞ’ê ye meş li dar xistin. Karkeran di meşê de daxwazên xwe anîn ziman û meş li ber avahiya Dîcle Epsaşê bi dawî bû û daxuyanî hat dayîn.

Ferman Akbaş li ser navê karkeran axivî û destnîşan kir ku ew mafên xwe yên sendîkayê dixwazin û wiha got: “Em heqê keda xwe dixwazin. Dema em li ser dîrekan dimirin, kes li zarok û malbatên me napirse, lewma em mafên zarokên xwe ku li pey me dimînin dixwazin. Dema em li ser kar in gelek caran em bi lêdanê re rû bi rû dimînin. Lê rayedarên saziyê li rewşa me napirsin û li cem me nasekinin. Em dixwazin demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”

Piştî daxuyaniyê karkeran çalakiya rûniştinê li dar xist.

RIHA

Li Rihayê jî karkerên DEDAŞ’ê li ber Midûriyeta Bajêr a saziya lê dixebitin çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar serdana karkeran kir.

Kêliya ku Şenyaşar çû cem karkeran, bi sedan karker rabûn ser pêya û bi çepaikan Şenyaşar pêşwazî kirin. Şenyaşar diyar kir ku ew ji bo li daxwaza karkeran guhdar bike hatiye cem wan û got: “Ez ji bo li daxwazên we guhdar bikim hatime ba we. Daxwazên we mirovî ne. Ez dixwazim van daxwazen we li Meclisê jî bînim ziman. Ez ê daxwazên we ji rayedaran re ragihînim. Em li cem we ne. Rayedarên DEDAŞ’ê karker û xelkê anîne hemberî hev. Rayedar wisa dikin ku xelk û karker li hemberî hev dijminatiyê bikin.”

Şenyaşar piştî axaftin kir li daxwazên nûnerên karkeran guhdar kir. Karkeran diyar kir ku ew biarmanca hişyarî bidin karkeran vê çalakiyê li dar dixin û heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakî bi lêdana çepikan bi dawî bû.  

Karkerên DEDAŞ’ê li Êlihê û Sêrtê jî bi heman daxwazan dest ji kar berdan û li ber şaxên DEDAŞ’ê çalakî li dar xistin. Karkeran daxwazên xwe anî ziman û xwestin daxwazên wan bên qebûlkirin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Karkerên DEDAŞ’ê li 5 bajêran dest ji kar berdan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *