Kêmbûna hêza kirînê eleqeya li ser berhemên kevin zêde dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyeyê ku krîza aborî roj bi roj kûrtir dibe, asta xizaniyê derketiye 23 hezar û 600 TL’yî. Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re buhabûna berhemên cilûbergên bingehîn di astekê de ye ku tu kes êdî nikare bistîne.

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re bihayên berhemên cilûbergên bingehîn ên wek bot û hwl. gelek zêde bûye. Li Tirkiyeyê asta xizaniyê derketiye 23 hezar û 600 TL. Her wiha li gorî lêkolîna herî dawî ya DÎSK-AR’ê hejmara kesên ku debara xwe dikin 10 mîlyon e. Zêdebûna bihayê hilberên kincan ên bingehîn tê vê wateyê ku malbatek ji çar kesan ku bi mûçeya herî kêm dijîn hema hema hemî budceya xwe dide mexazeyan. Ji ber vê yekê welatî serî li dikanên ku pêlav, cil û bergan kevin difiroşin, didin.

Li Wanê jî wekî bajarên din din sektora pêlav, cil û bergên kevin zêde bûye. Herî zêde ciwan û xwendekar eleqeyê nîşanê van deran didin. Caner Saglam ku ev 20 sale karê firotina pêlavên kevin dike, got ku herî zêde xwendekarên zanîngehê eleqeyê nîşanê berhemên wî didin.

‘Me bi krîza 2002’an re dest bi pîşesaziya pêlavên kevin kir’

Caner Saglam ev bîst sal in di tamîr û firotina pêlavan de dixebite. Ji sala 2004’an vir ve ew pêlavên kevin temîr dike û difiroşe. Saglam, diyar kir ku li Wanê bi giştî 15 dikanên pêlavên kevin difiroşin hene. Herwiha tekez dike ku daxwaz zêde ye û pêlavên kevin ne tenê li Wanê lê li gelek bajarên Tirkiyê jî tên firotin.

 Saglam destnîşan dike ku ew tevî pêlavên kevin, ji Stenbolê pêlavên maxazayan yên diçin qerantiyê û ji ber hin qusuran vedigerin jî difiroşin. Ew dibêje ku piranî pêlavên merqe difiroşîn û wiha dibêje, “Em van pêlavan didin 300-400 TL yan. Lê ev pêlav di maxazayan de herî kêm hezar TL’yan tê firotin. Piranî jî em pêlavên ciwanan difiroşin. Her wiha xwendekarên zanîngehê jî eleqeyê nîşanê berhemên me didin.

 ‘Welatê me welatê krîzan e’

Di berdewamiyê de Saglam, diyar kir ku li Tirkiyê her tim krîz çêdibin û wiha domand: “Welatê me welatê krîzê ye. Ji ber van krîzan welatî eleqeyê nîşanê berhemên kevin didin. Pandemiyê jî tesîrek neyînî kiriye. Niha enflasyon derketiye ji sedî 300’ê heta 400’dê. Loma êdî em nikarin pêlavên kevin bigihînin. Daxwaz pir zêde ye.”

Serhat News

Vîdeo/montaj: Yeşîm Karagar

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kêmbûna hêza kirînê eleqeya li ser berhemên kevin zêde dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *