Koçberiya doktorên ku di bin gefa tundiyê de ne, didome

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyê, tevî pirsgirêkên di pergala tenduristiyê de tên jiyandin, tundiya li hemberî xebatkarên tenduristiyê û her wiha piştî gotinên Serokkomar Erdogan yên wekî, “Ez bi zelalî dibêjim, ger bixwazin bila biçin”, doktor bona ku biçin dervayî welat, serî li qursên hînkirina ziman didin. Hejmara doktorên ku dibistanê diqedînin û beyî destpêkirina kar, bo biçin derve serî li van qursan didin jî gelek zêde ye.

Li Tirkiyeyê, ji ber pirsgirêkên wekî, tundî, mercên xerab yên xebatê, dema xebatê ya zêde, giraniya kar û baran, hejmarek zêde xebatkarên tenduristiyê koçî welatên din dikin.

Ev doktorên navborî, bo ku belgeya ‘Halê baş (Good Standîng) werbigirin, serî li Yekitiya Doktorên Tirk (TTB) didin. Li gor daneyên ji TTB’ê hatine wergirtin, di nîvê sala 2022’an de, hezar 171 doktoran ji bo biçin derve, serlêdana belgeya ‘Halê Baş’ kirine.  

 ‘Doktor, biboneya ku tundî gelek zêde bûye diçin derveyî welat’

Serokê Odeya Doktorên Tirk ya Wan-Colemêrgê Ahmet Koç, destnîşan kir ku heta kesek dibe doktor demek pir dirêj divê û wiha pêde çû: “Beriya niha şert û mercên doktoriyê, di astekî baş de bû. Lewma gelek kesan ev pîşe tercîh dikir. Lê di van salên dawî, bo ku şert û mercên wan pir xerab bûne û xebatkarên tenduristiyê, li derdora sînorê xizaniyê meaş werdigirin, êdî doktorî zêde nayê tercîhkirin.”

Koçberiya doktorên ku di bin gefa tundiyê de ne, didome - Ahmet Koç 768x546 1
Ahmet Koç

Her wiha Koç diyar dike ku li Tirkiyê, bi sedema polîtîkayên şaş yên tenduristiyê, wisa tê dîtin ku çavkaniya van pirsgirêkan xebatkarên tenduristiyê ne, lewma jî nexweş û doktor li hev dikevin.

‘Bi sedema bûyerên tundiyê dev ji kar berdidin’

Koç dibêje, bi mebesta ku bûyerên tundiyê li hemberî xabatkarên tenduristiyê pir zêde ye, doktor dev ji kar beridin û wiha axivî: “Ji ber kar û barên zêde, di nexweşxaneyan de hima bêje her roj bûyerên tundiyê têne jiyandin. Kesên ku bi keda salan bûne doktor, bi boneya li Tirkiyeyê pişeya wan ev qas bê nirx bûye û şertên welatên din baştirin, berê xwe didin welatên Ewropayê.”

 ‘Nêzî 3 hezar doktoran koç kiriye’

Koç derbirî ku, hin welatên Ewropayê bi sedema ku çavkaniyek amadeye, şert û mercên gelek baş pêşkeşî doktoren ji Tirkiyê diçin, dikin. Wî di berdewamiyê de wiha got: “Ji ber vê rewşê jî di van salên dawî de gelek doktor çûne Ewropayê. Li gor daneyên TTB’ê, tenê îsal nêzî 3 hezar doktoran koç kiriye. Bo ku rê li ber vê yekê bê girtin, me pir caran serî li hiqûmetê daye. Lê mixabin tu encam nehatine wergirtin.”

 ‘Li Wanê jî gelek doktor dixwazin biçin’

Her wiha Koç dide zanîn ku, li Wanê jî gelek doktor ên dixwazin biçin welatên Ewropayê, serî li qursên hînkirina ziman didin û got ku ger wiha berdewam bibe, di paşerojê de wê li Tirkiyeye, di warê tenduristiyê de pirsgirêkên pir girîng rû bidin.

Bi 17 zimanên cuda perwerde tê dayîn’

Rêveberê Qursa Ziman a Turkuazê Savaş Pazarbaşi ev 6 sale li Wanê vî karî dike. Ew dibêje ku bi 17 zimanên cuda qurs didin û bi her awayî alîkariya xwendekaran dikin. Di qursê de, ku bi tevlibûna 165 xwendekaran destpê kiribû, niha hezar 384 xwendekar perwerde dibînin.

Koçberiya doktorên ku di bin gefa tundiyê de ne, didome - Savaş Pazarbaşi1 1024x769 1
Savaş Bazarbaşi

Pazarbaşi, derbirî ku xwendekarên wan di nava 6 mehan de bo ku biçin derva amade dibin û wiha domand: “Pêşiyê ziman hîn dibin. Piştre jî li Stenbol, Îzmîr an jî Enqerê dikevin azmûna Goethe Tass. Xwendearên ku ji vê azmûnê derbas nebin nikarin biçin. Piştî azmûnê em dest bi kar û barên teknîkî dikin. Piştre jî şirketa me, karê wan peyda dike û bi wan re peyman tê îmzekirin.”

‘Ez dixwazim li derveyî welat dest doktoriyê bikim’

Doktarê pratisyen M. R. piştî perwerdeya 7 salan û beriya ku dest bi pîşeyê bike, li qursê qeyda xwe çêkiriye. Wî got, “Ez dixwazim li derveyî welat dest bi bi doktoriyê bikim. Bi boneya ku hemû hevalên min li derveyî welatin, ez di wê baweriyê de me ku, zêde pirsgirêkan jiyan nakim. Tenê ji ber pirsgirêkên aboriyê na, ez ji ber pirsgirêkên, di warê tenduristiyê de tên jiyan din jî dixwazim biçim. Bûyerên tundiyê li vir pir zêde bûne. Loma ez dixwazim, li cihekî bê pirsgirêk dest bi pîşeyê bikim.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Koçberiya doktorên ku di bin gefa tundiyê de ne, didome

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *