KONDA: Kiliçdaroglû ji sedî 49,3 û Erdogan ji sedî 43,7 deng werdigire

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

KONDA’yê ku encamên anketa xwe ya dawî eşkere kiriye, diyar dike ku dengên Kemal Kiliçdaroglûyî ji sedî 49,3 ye. Yên Recep Tayyîp Erdoganî ji sedî 43,7 e.

Şîrketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê KONDA’yê, encamên anketa hilbijartinên 14’ê Gulanê eşkere kir.

Li gorî anketa KONDA’yê, ji sedî 7,8ê hilbijêran bêbiryar in. Dema vê rêjeyê li ser hilbijêran belav dikin, rêjeya dengên namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû dibe ji sedî 49,3. Rêjeya dengên namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdoganî jî dibe ji sedî 43,7.

KONDA’yê anket di navbera 6 û 7’ê Gulana 2023’yan de li 35 bajar, 120 navçe û 194 tax û gundan çêkiriye. Enket li ser hev bi 3 hezar û 480 kesî re hevdîtinên rû bi rû pêk hatine.

Dengên hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê ne, ne di nava van hejmaran de ne.

Rêjeya dengên Tifaqan jî li gorî ankata KONDA’yê wiha ye:

Tifaqa Cumhur: Ji sedî 44,0,

Tifaqa Millet: Ji sedî 39,9,

Tifaqa Ked û Azadiyê: Ji sedî 12,3.

Rewşa dengên partiyên di nava tifaqan de jî wiha ye:

Tifaqa Cumhur

Partiya Dad û Geşepêdanî (AKP): %35

Partiya Tevgera Netewperest (MHP): %8

Yên din: %1

Tifaqa Millet

Partiya Gel a Komarî (CHP): %27,3

IYI Partî: %12,4

Yên din: %0,2

Tifaqa Ked û Azadiyê

Partiya Çepên Kesk: %10,5

Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP): %1,8

Yên din: 3,8.

Rêjeya herdu namzetên din ên hilbijartina Serokomariyê jî wiha ye:

Mûharrem Înce: Ji sedî 2,2

SÎnan Ogan: Ji sedî 4,8  (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
KONDA: Kiliçdaroglû ji sedî 49,3 û Erdogan ji sedî 43,7 deng werdigire

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *