1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Konsera hunermendê Kurd Azad Bedran hate qedexekirin

Konsera hunermendê Kurd Azad Bedran hate qedexekirin

featured
Hunermend Azad Bedran
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Walîtîya Mêrdînê, konsera hunermendê Kurd Azad Bedran a li navçeya Nisêbînê qedexe kir. Bedran li ser hesaba xwe ya Twitterê nerazîbûn nîşan da û got, “Ev ne yekem û nabe dawî jî lê em dê di 14’ê Gulanê de dawiyê li vê zîhniyeta qedexeker bînin.”

Hunermendê Kurd Azad Bedran li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihandiye ku konsera wî ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku dê di 14’ê Sibatê de bihata lidarxistin ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve hatiye qedexekirin.

Li gor nûçeya Rûdawê, Azad Bedran diyar kir ku konser di çarçoveya qedexeya çalakiyan a 28’ê Çile ya Mêrdînê de hatiye qedexekirin û got, “Konsera me 2 roj piştî dîroka giştînameyê ye (qedexeya çalakiyan). Gelo parêzgarî ji vê agahdar e?”

Hunermendê Kurd her wiha derbarê biryara parêzgariyê da nerazîbûna xwe pêşan dide û dibêje, “Ev ne yekem û nabe dawî jî, lê em dê di 14’ê Gulanê de dawiyê li vê zîhniyeta qedexeker bînin.”

Azad Bedran 2’ê Sibata 1993’an li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji dayik bûye û yekem albuma wî ya muzîkê bi navê Rêwiyên Şad e. Piştre sala 2018’an ligel Hevserokê Berê yê HDPê Selahahttîn Demîrtaş stranek got ku gotinên wê ji aliyê Demîrtaş ve hatibûn nivîsîn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Konsera hunermendê Kurd Azad Bedran hate qedexekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *