1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Krîza Aborî Kur Dibe: HDP’ê li Wanê Banga Destvekişîna Desthilatê Kir

Krîza Aborî Kur Dibe: HDP’ê li Wanê Banga Destvekişîna Desthilatê Kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê jiber krîza aborî û xizaniyê ya li Tirkiyê ye, li navenda bajêr xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de parlamanterê Wanê yê Wanê Murat Sarisaç, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Mustafa Avci ku li şûna wî qeyum hatîye tayîn kirî û gelek rêvebirên HDP’ê beşdarî bû.

Di daxuyanîya ragihandinê de bal kişandin ser krîza aborî, siyasî, hiqûqî, akademîk û çandî ye. Rêvebirê rêxistina HDP’ê yê Wanê Îbrahîm Acar li ser navê komê daxuyanî xwand û dîyar kir ku “Li gorî texmînên aborîzanên qesrê, rêjeya dolarê da bibe 9,27 TL, lê di meha Mijdarê de dolar rabû 13.48 TL an. Sedema vê yekê rêvenbirîya xirab ya desthilatê ye. Jiber ku ew polîtîkayên dijmirovan pêk tînin. Herwiha buhayê benzînê jî derketîye 10 TL”

Di daxuyanîyê de daxwazên lezgîn wiha hat rêz kirin:

1-Elektrîk, av, gaza xwezayî û înternet heta sînorê pêwîstiyê ji hemû malbatan re bêpere bê dayîn. Di vê zivistana zehmet de tenê ji ber ku nikarin hesabên xwe bidin, divê tu kes bê av û enerjî nemîne.

2-Zêdekirina çavkaniyan cotkaran were zêdekirin.

3-Divê mûçeya herî kêm ji bacê bê derxistin.

4-Ji xwendekarên zanîngehê re mehane 2000 TL bûrs were dayîn.

5-Deynên bank û bacê yên dikandaran bê faîz bên sererastkirin.

6-Ji hemwelatiyên me yên ku dahata wan tune ye bila mehane herî kêm 2 hezar TL alîkarî were dayîn.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê girse bi qîrîna dirûşmên “Hikûmet îstîfa” belav bû.

Serhat News

(TYK)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Krîza Aborî Kur Dibe: HDP’ê li Wanê Banga Destvekişîna Desthilatê Kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *