1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Amedê 300 avahiyan ji erdhejê zirar dîtiye

Li Amedê 300 avahiyan ji erdhejê zirar dîtiye

featured
WÊNE MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê ji ber erdheja Mereşê di 300 avahiyan de xesar hatiye tespîtkirin û 20 avahî jî li ber hilweşînê ne.

Yek ji bajarên ku erdheja Mereşê lê tesîr kiribû û wêranî lê çêbûbû jî Amed e. Li bajêr Tîmeke ku ji pisporên Miduriyeta Bajêrvanî û Derdorê û endamên Odeya Endezyarên Avahiyê pêk tê, xebatên xwe yên testpîtkirina xesarê berdewam dikin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ji 71 hezar avahiyan zêdetir ên li navçeyên navendî yên Rezan, Peyas, Bajarênû û Sûrê hene li 15 hezaran xebatên tespîta xesarê hatine temamkirin. Hate tespîtkirin ku di 300 avahiyan de xesareke giran heye û 20 avahî jî li ber hilweşînê ne.

Ji 7 avahiyên hilweşiyayî 4’an xebatên lêgerîn û xelaskirinê bi dawî bûn. Hate hînbûn ku piştî xebatên lêgerîn û rizgarikrinê yên di avahiyên mayî de bi dawî bûn endezyar dê beşdarî xebatên tespîtkirina xesarê bibin.

Heta niha 380 kesan jiyana xwe ji dest daye

Li Amedê ji bin kavilên her heft avahiyên ku hilweşiyayî hetan niha cenazeyên 380 kesan hatin derxistin û 902 kes jî weke birîndar derbasî qeydan bûn. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê 300 avahiyan ji erdhejê zirar dîtiye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *