Li Amerîkayê roja bidawîbûna koletiyê hat pîroz kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

19’ê Hezîranê roja bidawîbûna koletiyê li eyaletên Amerîkayê bi çalakiyên cur be cur hat pîrozkirin.

Li Amerîkayê di 19’ê Hezîrana (Junteenth) sala 1865’an de koletî bidawî bûye û ew roj 3 sal in jî weke betlaneya federal hatiye ragihandin.

Îsal cara sêyemîn e li gelek eyaletên Amerîkayê ev roj bi çalakiyan tê pîrozkirin.

Serokê Amerikayê Joe Biden roja 19’ê Hezîranê, di sala 2021’an de wek betlaneya federal îlan kiribû. Ev roj li paytext Washington DC û gelek eyaletên wek Maryland û Kalîforniyayê piranî bi şahî û seyranê hatiye pîroz kirin.  

Hin ji reşikên Amerîkî yên ku beşdarî pîrozbahiyên ku lê xwarinên Afrîkî dihatin pêşkêş kirin, kincên ku çanda Afro-Amerîkî nîşan didin li xwe kirine.

Di 19’ê Hezîranê de gelek rêveberên federal û herêmî jî li ser medyaya civakî peyamên pîrozbahiyê parve kirine, nûçe û bernameyên derbarê wateya rojê de di çapemeniya Amerîkayê de cih girtine (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amerîkayê roja bidawîbûna koletiyê hat pîroz kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *