Li Dîlokê di nava 10 salan de 427 karkeran jiyana xwe ji dest daye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

ISIG’ê ragihand ku li Dîlokê di deh salên dawiyê de 427 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest daye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya “Cinayetên Kar a Dîlokê” ya salên di navbera 2013-2023yan de eşkere kir.

Di raporê de hat gotin ku Dîlok ji aliyê aborî, civakî, siyasî, demografîk û erdnîgariyê ve yek ji navendên herî girîng ên pîşesaziyê ye.

ISIG’ê da zanîn ku sala 2022’yan hinardeya Dîlokê 10 milyar û 523 milyon dolar bûye.

Di raporê de hat ragihandin ku li gorî salan hejmara karkerên ku canê xwe ji dest daye bi vî awayî ye:

Sala 2013an 29 karker

Sala 2014an 29 karker

Sala 2015an 33 karker

Sala 2016an 34 karker

Sala 2017an 34 karker

Sala 2018an 50 karker

Sala 2019an 49 karker

Sala 2020î 58 karker

Sala 2021ê 55 karker

Sala 2022yan 41 karker

20 jinan jî canê xwe ji dest daye

ISIG’ê amaje pê kir ku sala 2023yan jî heta niha 15 karkeran canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman raporê, di nav van 427 karkerên ku canê xwe ji dest daye de 20 jin jî hene.

Di sektorên avahîsazî û çandiniyê de mirin zêdetir in

Li aliyê din, herî zêde karkerên sektorên avahîsazî û çandiniyê canê xwe ji dest daye.

Deh salên dawiyê, di sektora avahîsaziyê de 92 karkeran, di sektora çandiniyê de 77 karkeran canê xwe ji dest daye.

Herwiha, di sektora cilûbergan de 49 karkeran, di sektora veguhestinê de 47 karkeran canê xwe ji dest daye.

102 karkeran dema çûna kar an jî vegera ji kar, di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

50 ji wan 427 karkerên ku canê xwe ji dest daye welatiyên Sûriyeyê bûne.

Temenê piraniya wan di navbera 30-49 salan bûye

Temenê piraniya karkerên ku canê xwe ji dest daye di navbera 30-49 salan de bûye.

Wekî din, tenê 6 ji 427 karkerên ku canê xwe ji dest daye endamê sendîkayekê bûne.

421 karkerên mayî ne endamê ti sendîkayeke karkeran bûne. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Dîlokê di nava 10 salan de 427 karkeran jiyana xwe ji dest daye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *