Li Edeneyê pevçûn: Zarokek hate kuştin

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Navçeya Seyhan a Edeneyê di navbera du koman de şerê bi çekdarî derket û di encama şerde zarokekî ku di hembêza dayîka xwe de bû, jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Gulbahçesî ya bi ser navçeya Seyhan a Edeneyê di navbera du komên dijminên hev de, şerekî çekdarî pêk hat.

Di dema şer de, guleyek li zarokekî ku tevî dayîka xwe li ser kolanê bû, ket. Her wiha li gel vê zarokê 7 welatiyên din jî birîndar bûn.

Zarok û 7 kesên birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin. Zaroka birîndar tevî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên ewlekariyê ji bo girtina gumanbaran operasyon da destpêkirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Edeneyê pevçûn: Zarokek hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *