Li Edeneyê qeza: 2 kes mirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Edeneyê otobuseke rêwiyan li barhilgirekê da 2 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.

Otobusa ku ji Giresunê diçû Hatayê, di otobana Edene-Pozantiyê de ji paş de li barhilgirekê da.

Di encama bûyerê de şofêrê otobusê Mustafa Erden û cîgirê wî Muslum Berçin canê xwe ji dest dan

Herwiha 12 rêwiyên ku di otobusê de bûn jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn bûyerê.

12 birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve birin nexweşxaneyên cuda yên Edeneyê.

Herwiha cenazeyên Mustafa Erden û Muslum Berçin şandin Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Edeneyê. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Edeneyê qeza: 2 kes mirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *