Li Êlihê di encama qezayê de kesek mir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Êlihê, di encama qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, du otomobil li ser rêya navçeya Heskif a Êlihê bi hev xistin. Di encama qezayê de Emîn Ekincî, Seve Ekincî, Yusuf Ekincî û ajokarekî ku navê wî nehat hînbûn, birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Emîn Ekinci yê ku di otomobîlê de asê mabû di encama xebatên ekîban de ji cihê asê mabû hat derxistin.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê. Lê Emîn Ekincî ku giranî birîndar bûbû, tevî hemû mudaxaleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku dermankirina birîndarên din di nexweşxaneyê de berdewam e. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Êlihê di encama qezayê de kesek mir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *