1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Erzirom û Colemergê 9 kes hatin desteserkirin

Li Erzirom û Colemergê 9 kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Erzirom û Colemêrgê di encama serdagirtina malan de, di nav de zarok jî heyî bi giştî 9 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahîyên Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Erziromê daye destpêkirin de svê sibê

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Xinusê Sadrettîn Ozkûl, endama Meclîsa HDP’ê ya berê Perîhan Ozer û Rêveberê HDP’a Tatosê Polat Ozkûrt di encama serdagirtina malan de hatine desteserkirin.

Bi aliyê din, Cendirme û polîsan îro saet derdora 06.00’an de li Taxa Gazî ya Colemêrgê û gundê Xenanisê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina li navenda bajêr de Zana Îhtiyatoglu, Nûr Îhtiyatoglu û kurê wê yê sê salî Dara Îhtiyatoglu, li gundê Xenanisê jî Halîl Îhtiyatoglu hate desteserkirin.

Di heman demê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî polîsan bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de welatiyên bi navê Şîlan Dayan û Havva Sevî hatin desteserkirin.

Li herdû bajaran jî hinceta desteserkirinan nehate zanîn. Hate ragihandin ku kesên desteserkirîli midûriyetên heman bajaran tên girtin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erzirom û Colemergê 9 kes hatin desteserkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *