Li Ewropayê bajare hewayê wê herî qirêj Îdir e

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rapora qirêjiya hewayê ya cîhanê ya sala 2021’an a ku nirxên hewayê yên 117 welat û 6 hezar û 475 bajarên cîhanê analîz dike, ji raya giştî re hate ragihandin. Li gorî raporê Tirkiye di rêza gemariya hewayê de 46’emîn e. Li gorî raporê ku di herema Ewropayê de Tirkiye lêkolîn kiriye, li Ewropayê bajarê herî qirêj  Îdir e.

Tê gotin ku her sal 7 milyon kes ji ber gemariya hewayî dimirin û ev yek wekî gefa herî mezin ya li ser tenduristê tê dîtin.

Li gorî nûçeya BBC Turkçe, rapora salane ya şîrketa teknolojiya hewayê IQAir ku navenda wê li Swîsreyê ye, li gorî pîvandina tîrêjiya keriyên hûr (PM2.5) li ser metrekupê ye.

Li gorî raporê ku nirxên sînorê qirêjiya hewayê ku par ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hatî nûvekirin bi kar tîne, li seranserê cîhanê ji sedî 97’ê van bendan derbas dibin. Bi gotineke din, tenê 222 ji 6,475 bajarên ku li gorî standardên WHO hatine lêkolîn kirin di sala 2021-an de hewaya paqij kişandin.

Di raporê de ku Îdir di lîsteya bajarên herî qirêj ên hewayê yên Ewropayê de bi qirêjiya 66 μg/m di rêza yekemîn de cih digire. Îdir di nav hezar û 588 bajaran de di rêza ewil de cih digire, li Rûsyayê Krasnoyarsk bi 49,8 μg/m û bajarê New Pazar ê Sirbîstanê jî bi 47,2 mîkg/mg di rêza yekem de cih digire. Di rêza çaremîn de bajarê Foça yê Bosna û Hersekê ye bi 46 μg/m û dûv re Düzce bi tîrêjiya 44,4 μg/m tê.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Ewropayê bajare hewayê wê herî qirêj Îdir e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *