Hat hînbûn ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ciwanê bi navê Demhat Akdogan dawî li jiyana xwe aniye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ciwanê bi navê Demhat Akdogan ê 20 salî li navçeya Gever a Colemêrgê dawî li jiyana xwe anî.
Hat diyarkirin, ku Akdogan ê ku di dikana xwe ya nanpêşiyê de dixebitî, bo anîna darên sotinê çûye enbarê. Lê jiber ku demek dirêj nevegeriyaye, bavê wê lê dikeve şikê û dû wî re diçe. Dema ku bavê Akdogan digehije embara dara, dibîne ku kurê wî xwe daliqandiye.
Cenazeyê Akdogan bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Hat hînbûn ku cenazeyê Akdogan wê piştî otopsiyê li Geverê bê definkirin.
Serhat News
(lg)