Li Girê Zirnekol (Zernakî) bi ser navçeya Erdîşê li bajarê dîrokî de dîwarên kelehê yên zêterê 4 metre firehî û 6 metre jî bilindahiyê hatin dîtin.
![Li Girê Zirnakola Erdîşê bermahiyên dirokî yen nû hatin dîtin - Li gire Zernakiya Erdise bermahiyen diroki yen nu hatin ditin 3](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/10/Li-gire-Zernakiya-Erdise-bermahiyen-diroki-yen-nu-hatin-ditin-3-1024x683.jpg)
Vekolandinên li Girê Zirnekol a a bi ser Taxa Yukari Işikliya navçeya Erdîşa Wanê ji aliyê komekê ve di bin şewirmendiya Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (ZYY) Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu ve tê birêve birin.
![Li Girê Zirnakola Erdîşê bermahiyên dirokî yen nû hatin dîtin - Li gire Zernakiya Erdise bermahiyen diroki yen nu hatin ditin 4](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/10/Li-gire-Zernakiya-Erdise-bermahiyen-diroki-yen-nu-hatin-ditin-4-1024x575.jpg)
Ev bajarê dîrokî qasî 2,5 kîlometre dirêj û 1,5 kîlometre jî berfirehe. Dîwarên keleha ku li vir hatiye dîtin jî 4 metre û 25 santîmetre firehe û 6 metre jî bilind e.
![Li Girê Zirnakola Erdîşê bermahiyên dirokî yen nû hatin dîtin - Li gire Zernakiya Erdise bermahiyen diroki yen nu hatin ditin 1](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/10/Li-gire-Zernakiya-Erdise-bermahiyen-diroki-yen-nu-hatin-ditin-1-1024x683.jpg)
Di encama vekolandinan de derketiye holê ku ji alî hundir û derva ve dîwar hatine avakirin nava wan hatiye tijîkirin û li ser dîwaran jî kerpîç hatine zêdekirin.
![Li Girê Zirnakola Erdîşê bermahiyên dirokî yen nû hatin dîtin - Li gire Zernakiya Erdise bermahiyen diroki yen nu hatin ditin 2](https://serhatnews.com/wp-content/uploads/2022/10/Li-gire-Zernakiya-Erdise-bermahiyen-diroki-yen-nu-hatin-ditin-2-1024x614.jpg)
Kîtabeyên ku li ser dîwarên kelhê hatiye derxistin jî bi zimanê Aramkî hatine nivîsîn
Serhat News
(lg)
Jêder-AA