Li hemberî HDP’ê operasyon: 35 kes hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin çar bajarên cuda li hemberî Partiya Demokratik a Gelan (HDP) operasyonek hatiye lidarxistin û di encamê de 35 kes hatine desteserkirin.

Li gor agahiyan polîsan vê sibê li bajarên Edene, Mêrsîn, Amed û Mêrdînê li hemberî rêveber û endamên HDP’ê operasyonek hemwext daye destpêkirin.

Hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de di malan de lêgerîn hatiye pêk anîn û di encamê de Alîkara Şaredarê Seyhanê Funda Buyruk, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê Mehmet Karakiş û Alîkara wî Helîn Kaya jî di nav de 35 kes hatine binçavkirin.

Li gor zanyariyan bi heman armancê di avahiya Şaredariya Seyhanê de jî lêgerîn hatiye destpêkirin û li vir jî bo 3 kesan biryara desteserkirinê hatiye wergiritin.

Kesên hatine desteserkirin bo lêpirsînê di Midûriyeta Ewlekariyê de tê girtin.

Hat gotin ku ev kes bi hinceta ‘li ser navê PKK’ê xemat meşandine’ hatine desteserkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hemberî HDP’ê operasyon: 35 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *