Li hemberî HDP’ê operasyon: 46 kes hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara desteserkirinê hate dayîn.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, pirtirin hevşaredarên berê, rêveber û endamên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav de derheqê 91 kesan de li 13 bajaran operasyon da destpêkirin.

Tê dîyar kirin ku operasyon wekî pêla duyan ya “Lêpirsîna bûyerên Kobanê” hatiye lidarxistin û heta niha li bajarên Wan, Amed, Riha, Stenbol, Edene û Mêrsîne 46 kes hatine desteserkirin.

Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevşaredarê Akdenîzê yê berê Fazil Turk, xebatkarên Şaredariya Akdenîzê yên berê Hasan Çat, Selamî Turan û Ulfiye Özcan, xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê parêzer Metîn Kilavuz, Hesapgirê HDP’ê yê berê Zekî Çelîk. Rêveberê HDP’a Edeneyê Mustafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan.

Divê navberê de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê operasyonê de daxuyaniyek weşand û wiha got: “Di bûyerên Kobanê de alîkariya malî kirine, alîkariya madî dane malbatên endamên PKK’ê yên mirine û birîndar bûne”.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hemberî HDP’ê operasyon: 46 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *