1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Hesekê teqîn: 5 welatiyên Kurd jiyan ji dest dan

Li Hesekê teqîn: 5 welatiyên Kurd jiyan ji dest dan

featured
WÊNE: K24
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Hesekê ya Bakûrê Suriyeyê di encama teqîna wesayîtekî de ji heman malbatê 5 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, duh li gundê Debî yê bi ser bajarê Hesekê yê Bakûrê Suriyeyê ku di bin kontrola Rejîma Şamê de ye, di dema derbasbûyîna wesayîtekî de teqîn çêbû.

Hat ragihandin ku di encama teqînê de ji heman malbatê 3 jê zarok bi giştî 5 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dane.

Li gor agahiyên ku ji aliyê kanaleke televizyonê ya nêzî rejîma Suriyeyê ve hatine parvekirin, navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Hidir Elî (43), hevsera wî Miha Huseyîn (34) zarokên wan Elî (13) Hebîb (11) û Muhammed (8) Elî.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha ji rayedarên heremê derbarê sedema teqînê de ti agahî nehatine parvekirin û berpisyariya teqînê jî hê tu kesî nerakiriye ser xwe.

Çavkanî-Ji Ajansan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Hesekê teqîn: 5 welatiyên Kurd jiyan ji dest dan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *