Li Îranê 4 Kurd hatin îdamkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Urmiyê yê Îranê 4 girtiyên Kurd ku di Girtîgeha Navendî ya Bajêr dihatin ragirtin, bi tohmeta ‘Bazirganiya hişbirê’ hatin îdamkirin.

Li gorî ajansa mafê mirovan a Kurdpayê, vê sibê 4 girtiyên Kurd ku berî niha bi tawana ‘Bazirganiya madeyên hişbirê’ bi bidarvekirinê hatibûn cezakirin, ys Girtîgeha Urmiyê de hatin îdamkirin.

Li gor heman ajansê, girtî roja Sêşemê ji girtiyên din hatine veqetandin û bo hucreya takekesî hatine veguhestin. Hate zanîn ku 3 ji wan girtiyan xelkê Selmas û Nexede yên bajarê Urmiyê ne.

Rêxistina Efûyê Navnetewî (Amnesty International) ragihand, di her du mehên destpêkê yên sala 2023’an de li Îranê herî kêm 94 kes ku 14 ji wan Kurd in, hatine îdamkirin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê 4 Kurd hatin îdamkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *