1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Kabîlê di encama êrîşên bombeyî de 4 kes mirin

Li Kabîlê di encama êrîşên bombeyî de 4 kes mirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Kabîl, paytexta Afganîstanê qurs û dibistanek bûn armanca êrîşa bombeyî. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de herî kêm 4 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên ji ajansan hatine wergirtin, di encama sê êrîşên bombeyî li dijî Qursa Mumtazî û Lîseya Şehît Abdul Rahîmî de herî kêm 4 kesî jiyana xwe ji dest daye û 19 kes jî birîndar bûne.

Tê diyar kirin ku heta niha tu kesî êriş negirtiye ser xwe.

Di vê navberê de Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Kabilê Halîl Zadran, di daxuyaniya xwe ya bi ser medya civakî de got: “Armanca her sê êrişên bombeyi li Kabîlê şîe bûne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî li Kabîlê êrîşên bi vî rengî hatibûn darxistin û van êrîşan rêxistina DAIŞ-Xorasanê girtibû ser xwe.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Kabîlê di encama êrîşên bombeyî de 4 kes mirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *